Kurdistaniyan komkujiya li Berlînê şermezar kirin

Kurdistaniyên li bajarê Hîldesheîm ê Elmanyayê dijîn, komkujiya li paytext Berlînê ku 12 kesan jiyana xwe ji dest dan, bi çalakiyekê şermezar kirin.

Bi qasî 100 Kurdistanî bi vê  li ber dêra Jakobîkîrche ya li nava sûka Hîldesheîmê li hev civiyan û bi deqeyeke rêzgirtinê dest bi çalakiyê kirin.

Di çalakiyê de li ser navê Meclîsa Gel a Hîldesheîmê axaftin hate kirin û belavoka NAV-DEM'ê hate xwendin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ev komkujî bi hevkariya DAIŞ û rejîma dîktator a Erdogan hatiye kirin û hat bibîrxistin, yên bi rengekî çalak li dijî hovîtiya DAIŞ'ê şer dikin, Kurd in.

Di daxuyaniyê de gefên Erdogan ên şandina penaberan hate bibîr xistin û hat destnîşankirin, ku bi vê yekê re Erdogan gefê dixwe, ku eger Ewropa bi ya wî neke, wê komkujiyên bi vî rengî karibe her roj li Ewropayê rû bide.

Çalakgeran bang li gelê Elman kirin, ku êdî dost û dijminê xwe nas bike û bi qîrîna dirûşma "Bijî piştgiriya navneteweyî" dawî li çalakiya xwe anîn.