Li ser daxwaza Tirkiyeyê girtina Midûrê Nûçeyan a Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) a ji aliyê polîsên Înterpolê ve li Belçîkayê, rê li ber bertekên navneteweyî vekir.
Federasyona Rojnamevanên Navneteweyî (FÎJ, FEJ) daxuyaniyek da, diyar kir ku li Belçîkayê girtina rojnamevanê Kurd Demîralp ê ku welatiyê Fransayê ye weke “Xeteriye” nirxand. Federasyonê wiha got: “Rojnamevanê Kurd ê ku bi navê Maxîme Azadî tê nasîn, Midûrê nûçeyan ê Ajansa Nûçeyan a Firatê ye û di heman demê de jî rêveberê malpereke bi nave Platforma Medîaportê ye. Li ser daxwaza dewleta Tirk bi îdîaya ‘Endamê rêxistineke terorê ye’ hate binçavkirin û hate girtin.”
‘REWŞEKÎ XETERNAK E’
FÎJ û FEJ a ku rewş weke ‘Îxlal’ bi nav kir û bal kişand li ser van xisûsan: “Em weke FÎJ û FEJ’ê, fikarên xwe yên der barê vê bûyerê de tînin ziman. Ev rewş xeteriya ku li ser rojnamevanên Kurd û Tirk ên li Ewropa dijîn radixe ber çavan. Weke sazî ev kiryara ku ji aliyê Belçîka ve hate kirin û der barê îxlala îfadeya azadiyê de em ê serî li Konseya Ewropayê bidin.”