Gumanbarê qetlîama Berlînê hê nehatiye dîtin

Penaberê Tûnisî ku gumanbarê êrîşa bazara Noelê ya li paytexta Elmanya Berlînê ye, beriya niha hema hema dikira bihata dersînorkirin.

Li gorî agahiyên Wezîrê Karên Hundir, gumanbarekî din heye ku ji şevê din heya nîha tê fikrîn ev qetlîam pêk aniye. Hat diyarkirin ku ev kes hemwelatiyê Tûnisê ye û beriya niha jî li eyaleta Nordrheîn-Westfalenê(NRW) îltîca kiriye.

Wezîrê Karên Hundir ê NRW’ê Ralf Jager jî ew îdîayên medyayê piştrast kir û got, ew kesê lêdigerin Tûnisiyek e ku serlêdana wî hatiye redkîrîn.

TÛNISIYÊ KU SERLÊDANA WÎ YA ÎLTÎCAYÊ HATÎ REDKIRIN

Kesê bi navê Anîs A. sala 1992’yan lî paytexta Tûnisê  Tataouîne ji dayik bûye û hat îdîakirin ku belgeya demkî ya ku beriya bê dersînorkirin ji hêla meqamên Elman hatiye dayîn di ew TIR’a qetlîamê de hatiye dîtin. Ev îdîa di kovara Spîegelê û rojnameya Bîldê de hat kirin. 

Gumanbarê ku ji meha Sibatê heya niha li Berlînê dima, her wiha navên mîna  Ahmed A. û Mûhammed A. bi kar aniye, lê di saziyên fermî de wek Anîs A. tê zanîn. Li gel vê, tê gotin ku Anîs A. Tîrmeha 2015’an li NRW’ê serlêdana îltîcayê kiriye û ev meha Hezîranê hatiye redkirin û pêwîst bû ku bihata dersînorkirin.

TÊKÎLIYA XWE BI DAÎŞ’IYAN RE HEBÛ

Li gor îdîayên Suddeutsche Zeitung, NDR û WDR, Anîs A. pêwendiyên xwe bi Ebû Walaa hebû. Ebû Walaa selefiyek e ku di demek nêz de li Elmanyayê hatiye girtin. Her wiha îdîayên din jî hene ku Anîs A. ji ber têkîliyên xwe bi Ebû Walaa yê mîna ‘DAÎŞ’iyê sereke’ yê Elmanyayê tê zanîn re hebû, ji hêla polîsan dihat şopandin.

Rojnameya Bîldê dibêje ku Anîs A. beriya niha ji ber mirov birîndar kiriye ji hêla polîsan ve tê nasîn.

Êvara Duşemê, li Berlînê TIR ket nav bazara Noelê, 12 kes kuştin û 45 kes jî birîndar bûn. Kesê ku ajokarê Polonyayî bi çekê kuştibû, dûvre jî berê wesayîtê dabû kon û standên li qada Bazarê.