Hevserokê HDP'ê yê Enqereyê hate girtin
Hevserokê HDP'ê yê Enqereyê Îbrahîm Bînîcî, ku di operasyonên qirkirina siyasî de hatibû binçavkirin, tevî 3 kesan hate girtin.
Hevserokê HDP'ê yê Enqereyê Îbrahîm Bînîcî, ku di operasyonên qirkirina siyasî de hatibû binçavkirin, tevî 3 kesan hate girtin.
Şefê Nûçeyan ê Enqereyê yê DÎHA'yê Kenan Kirkaya û Hevserokê HDP'ê yê Enqereyê Îbrahîm Bînîcî jî di nav de 8 kes sewqî edliyeyê hatin kirin.
Piştî girtina îfadeyê, dozger bi daxwaza girtinê Îbrahîm Bînîcî, Rêveberê Sendîkaya Kedkarên Buroyê (BES) Civan Yildirim, Xebatkarê TUAD-FED'ê Mehmet Baytekîn û Uskudar Yûmûş radestî dadgehê kir.
Rojnamevan Kenan Kirkaya û 4 kesên din jî bi şertê kontrola edlî serbest berda.
Bînîcî, Yildirim, Baytekîn û Yûmûş bi îdîaya "endametiya rêxistinê" ji aliyê dadgeha nobedar ve hatin girtin.