BI DÎMEN

Sariyildiz li Elmanya, Polonya û Komara Çekê tevlî civînên gel bû

Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz li Polonya, Elmanya û Komara Çekê tevlî civînên gel bû ji Kurdistaniyan û dostên Ewropî re qala pêvajoya dawî kir.

Sariyildiz li van civînan da xuyakirin, ku Tayyîp Erdogan hê jî destekê dide çeteyên li Sûriyeyê û xwe li destketiyên li Rojava ranagire.

Sariyildiz diyar kir, ji ber vê xweranegirtinê bi hezaran kes li Bakurê Kurdistanê hatine girtin û anî ziman, herî dawî hevşaredar û parlamenter hatine girtin.

Faysal Sariyildiz da zanîn, ji ber komkujî û êrîşên tinekirinê yên li Kurdistanê, bi hezaran malbat di nava serma û seqema zivistanê de bê xanî man e û ji bo kampanya 'Xwedîderketina malbatan a li hev' ku ji bo alîkariya van malbatan hatiye destpêkirin, banga destekê kir.

Sariyildiz ragihand, hê jî xeteriyeke komkujiyên giran li ser gelê Kurd heye û destnîşan kir, divê ew bi yekîtiya hemû gel û baweriyan li ber dîktatoriyê rabin.

Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz bang li Kurdên li Ewropayê kir, ku hê bi xurtî xwedî li sazî û meclîsên xwe derkevin û rêxistinbûna xwe xurt bikin.