Li Îzmîrê binçavkirin, li Stenbolê girtin

Operasyonên qirkirina siyasî yên li dijî gelê Kurd, li Îzmîr û Stenbolê dewam kirin.

Li Îzmîrê rêveberê Komeleya Rojava Baykût, li navçeyên Bergama û Alîagayê jî 4 kes hatin binçavkirin. Li Stenbolê, siyasetmedarê Kurd Debe hate girtin.

ÎZMÎR

Rêveberê Şaxê Îzmîrê yê Komeleya Piştgirî û Alîkariya ji bo Rojava ku ji aliyê AKP'ê ve hatiye girtin Evren Baykût, hat binçavkirin. Polîsan danê sibehê avêtin ser mala wî, lê Baykût ne li malê bû. Baykût dema bi vê serdegirtinê hesiya çû Midûriyeta Şaxê TEM'ê ya Îzmîrê ji bo îfadeyê bide, lê li vir hate binçavkirin.

Li navçeya Bergama ya Îzmîrê, kesekî navê wî nehat zanîn, ji ber parvekirina li ser medya civakî bi îdîaya propagandayê hate binçavkirin û birin Midûriyeta Emniyetê ya navçeya Bergamayê.

Li navçeya Alîaga jî 4 kes bi heman sedemê hatin binçavkirin. Li Herêma Egeyê, ji 12'ê Kanûnê û vir ve 64 kes hatine binçavkirin, 13 kes hatine girtin.

STENBOL

Siyasetmedarê Kurd Ramazan Dede ê ji Stenbolê vedigeriya Rihayê, li Balafirgeha Ataturkê hate binçavkirin. Debe piştre bi îdîaya "propaganda rêxistinê" hate girtin. Ji bo girtinê jî parvekirinên Debe yên li medya civakî weke hincet hate nîşandan.