Taylan Ozgur Kahraman hate bîranîn
Taylan Ozgur Kahraman, ku ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bedena xwe da ber agir, li cihê çalakî lidar xist, hate bîranîn.
Taylan Ozgur Kahraman, ku ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bedena xwe da ber agir, li cihê çalakî lidar xist, hate bîranîn.
Ji bo Taylan Ozgur Kahraman, ku roja 21'ê Kanûna 1998'an li herêma Gerresheîm a li nezî bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê bedena xwe da ber agir, merasîmeke bîranînê hate lidarxistin.
Ji bo Kahraman ku yek ji 70 şoreşgerên Kurd ên bi şiyara "Hûn nikarin roja me tarî bikin" bedena xwe da ber agir, gelek Kurdistanî beşdarî merasîmê bûn.
Di demekê de ku Ocalan ji bo pêkanîna aştiyê hatibû Îtalyayê, lê belê ji ber zextên Tirkiyeyê gefa dersînorkirinê lê dihat xwarin, Taylan Ozgur Kahraman ev çalakiya xwe pêk anî bû û li ber komployê rabû bû.
Kekê Taylan Ogur Sînan Kahraman jî di 12'ê Îlona 1998'an de li nava Artêşa Rizgariya Gelê Kurdistanê (ARGK) jiyana xwe ji dest da bû.