Li Babê herî kêm 14 leşkerên Tirk hatin kuştin
Hat ragihandin, di êrîşa DAÎŞ’ê de ku îro li dijî artêşa Tirk li bajarê El Babê li dar xistibûn, 14 leşker mirine.
Hat ragihandin, di êrîşa DAÎŞ’ê de ku îro li dijî artêşa Tirk li bajarê El Babê li dar xistibûn, 14 leşker mirine.
Di daxuyaniya artêşa Tirk de hat gotin ku îro di êrîşa DAÎŞ’ê de ku li El Babê li dar xist, 14 leşker mirine, 33 leşker birîndar bûne ku rewşa 6’an giran e.
Li gor çavkaniyên DAÎŞ’ê jî artêşa Tirk, kuştiyên xwe îro herî zêde bûne û girê Akil û Nexweşxaneya Bajêr ji Artêşa Azad û Tirk hatiye girtin.