KNK’ê ji bo Rûsyayê nameya sersaxiyê şand

KNK’ê, ji bo Sefîr Karlov ê hat kuştin, ji Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Lavrov re nameya sersaxiyê şand.

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), ji bo Sefîrê Rûsyayê yê Enqereyê Andrey Karlov ê ku bi sûîqestê hat kuştin, ji Wezîrê Karên Derve yê Federasyona Rûsyayê Sergey Lavrov re nameya sersaxiyê şand.

Di nameyê de ku bi îmzeya Hevserokên KNK’ê Nîlufer Koç û Rêbwar Reşîd hat şandin, ev hatin gotin:

“Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê ji ber şehadeta dîplomatê Rûsyayî Birêz Andrey Karlov sersaxiyên herî ji dil pêşkêşî Rûsya, gelê wê yê pirnetewe û we dike. Windakirina mirovekî ku tevahiya jiyana xwe xist xizmeta welatê xwe û nûnertiya wê di qada navnetewî de dikir, bêguman, windahiyeke mezin e. Em dixwazin ku hûn bizanibin, îro gelê Kurdistanê jî tevî we di nava xemgîniyê de ye.

Em di wê baweriyê de ne, hêzên li pey vê êrîşa terorî hene, wê bên eşkerekirin û cezayekî herî tund bikişînin. Gelê Kurdistanê, ku gelek sal in ji bo mafê naskirinê bi keç û xortên xwe yên herî

hêja bedel dide, baş dizane êşa windakirinê çi ye. Lê di heman demê de ji dîrokê em dizanin ku ne Rûsya, ne jî Kurdistan ti carî serî li pêş dijminê xwe natewînin û têkoşînê heta bidestxistina serkeftinê dimeşînin. Gelê Kurdistanê li rex gelê Rûsyayê ye.”