Balûken: Gotina dawî wê berxwedêr bibêjin!

Serokwekîlê Koma HDP’ê Balûkên ê ku rehîn hatiye girtin, diyar kir ku êrîşên nehiqûqî yên bi ser wan de bi tecrîdê berdewam dikin û got, "Gotina dawî wê berxwedêr bibêjin."

Serokwekîlê Koma HDP’ê Îdrîs Balûken ê ku di Girtîgeha Kandirayê de girtî ye, nameyek şand.

Balûken di nameyê de wiha got:

"Weke ku hûn jî dişopînin, di şexsê me de, êrîşa nehiqûqî ya ya li ser gelê me, bi kosepta tecrîdê tê berdewamkirin. Lê li gel vê jî, em dixwazin ku hûn bizanibin, moralê me û tendirustiya me baş e.

Heta ku hêvî û baweriya me radest neyê girtin, xwediyên vê zilmê tenê wê bi wê bimînin ku li pêş dîrokê werin darizandin. Dîrokê gelek caran ew heqîqet dupat kiriye ku gotina dawî berxwedêr dibêjin. Bi vê wesîleyê ez we hemûyan û hemû hevalan slav dikim û di xebatên we de serketinê ji were dixwazim."