KNK: Em sersaxiyê ji gelê Elman re dixwazin
KNK’ê bi peyameke nivîskî sersaxî ji hemû gelê Elman re xwest û got: “Ev bûyer li dijî mirovahiyê hate lidarxistin û em bûyerên bi vî awayî li dijî mirovahiyê tê meşandin bi tundî şermezar û lenet dikin.”
KNK’ê bi peyameke nivîskî sersaxî ji hemû gelê Elman re xwest û got: “Ev bûyer li dijî mirovahiyê hate lidarxistin û em bûyerên bi vî awayî li dijî mirovahiyê tê meşandin bi tundî şermezar û lenet dikin.”
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), têkildarî bûyera li paytexta Elmanyayê Berlînê peyameke sersaxiyê da û piştgiriya xwe ya ji bo gelê Elman da diyarkirin.
KNK’ê diyar kir, dema ku cîhana Xiristiyanan amadekariyên cejnê dikirin roja 19.12.2016 kiriyarek terorîstî li paytexta Elmanya Berlînê pêk hat. Di bûyerê de 12 kesan jiyana xwe ji dest dane û nêzîkî 50 kes jî birîndar bibûn. KNK’ê di peyama xwe de got: “Em sersaxiya kes û karên qurbaniyan dikin û saxî û silametiyê ji birîndaran re dixwazin û piştgiriya xwe ya ji bo gelê Elman diyar dikin.”
Kongra Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) got: “ Ev bûyer li dijî hemû mirovahiyê hatiye lidarxistin û kiryarên bi vî awayî li dijî mirovahiyê tê kirin, em van bi tundî şermezar û lenet dikin.”
‘YÊN KU HERÎ ZÊDE ÊRÎŞ LI SER HATIN KIRIN KURD IN’
KNK’ê di berdewam daxuyaniya xwe de ev tişt got:
“Divê em vê jî bîr nekin ku yên herî zêde ji ber van kiryarên hovane û xwînrêj, bedêlên mezin dane gelê Kurd û Kurdistanê ye. Hêza herî xurt îro pratîk di qada şer de li dijî terorê û teroristan li ber xwe dide hêza Kurd û hevalbendên wan in. Di çend salên dawiyê da bi sedan keç û xortên me di şer de li dijî rêxistina terorist ku xwe bi dewleta Îslamê bi nav dike, canê xwe fedayî mirovahiyê û jiyanek birûmet kirine û bi deh hezaran kes jî koçber û derbeder bûne. Heta roja îro bi hezaran jin û zaroyên Êzidî di destên teroristan de ne û di bazaran de difroşin.
Lê mixabin cîhanê bi derengî qêrîn û hewara gelê Kurd û Kurdistaniyan bihîst. Ji rojên destpêkê ve me banga hişyariyê li her alî kir, bi taybet welatên Yekêtiya Ewropa re me got ev terora niha li Rojhilata Navîn tê meşandin wê di çarçoveyê erdnîgariyeke berteng de nemîne û derdor jî wê ziyanê bibînin. Niha jî em vê banga xwe dubare dikin û dibêjin eger ku hûn jiyanek bi ewle dixwazin dev ji dek û dolabên destekê didin dagîrkeran berdin, li hesab û berjewendiyên ku ziyanê digihînin miletan û li dijî mafê çarenivîsa gelan in, paşgez bin. Werin em ji bo jiyana hevpar a gel û miletan û parastina nirxên mirovahiyê enîyekê ava bikin.”