Dewleta Fransa li Stockholmê hate şermezarkirin
Li gel ku di ser kuştina 3 jinên Kurd re 4 sal derbas bûne, ji ber ku kujer dernexistiye ber dadgehê û doz tarî kiriye, hikûmeta Fransayê li Stockholmê hate protestokirin.
Li gel ku di ser kuştina 3 jinên Kurd re 4 sal derbas bûne, ji ber ku kujer dernexistiye ber dadgehê û doz tarî kiriye, hikûmeta Fransayê li Stockholmê hate protestokirin.
Li gel ku di ser kuştina 3 jinên Kurd 4 sal derbas bûne jî, ku 9’ê Çile yê 2013’an hatibûn kuştin, ji ber ku kujer dernexistiye ber dadgehê û doz tarî kiriye, hikûmeta Fransayê li paytexda Swêd Stockholmê, li ber Sefaretxaneya Fransayê hate protestokirin.
Çalakgerên ku saet 11.00’an li ber Sefaretxaneya Fransayê hatin cem hev û di destê wan de wêneyên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylamez hebûn û pankarta ‘’Em Edelatê dixwazin’’ hilgirtibûn, pirî caran dirûşmên ‘’Em edelatê dixwazin’’, ‘’Kujer Tirkiye, Fransaya dirû’’ û ‘’PKK gel e, gel li vir e’’ berz kirin.
Kurdistaniyan nameyên bi îmzeya Meclîsa Jinan a Kurd a Amara û Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Stockholmê dane Seferetxaneya Fransayê, li ber deriyê bînahiya sefaretxaneyê çelengeke reş danîn ku li ser wêneyên sê jinên Kurd ên ku hatibûn kuştin, hate danîn.
Di nameyê de hate gotin li gel ku 4 sal di ser komkujiya Omer Guney ê tetîkkêş derbas bûye jî, dernexistine pêşberî dadger û beriya ku rûniştina pêşî dest pê bike, bi awayekî şîlo miriye.
Di nameyê de tê gotin, Omer Gunet sîxûrê MÎT’ê bûye û bi fermanda dewleta Tirk ferman hatiye pêkanîn, ji ber ku bersûc di wextê xwe de dernexistiye pêş darazê, Fransayê ji bo tarîkirina cînayetê bi Tirkiyê re hevkarî kiriye, hate şermezarkirin.
Hate diyarkirin ku mirina bersiv nayê wê wateyê ku doz ketiye û Tevgera Azadiya Kurd a Jinan heta ku cinayet were ronîkirin wê têkoşîna xwe bidomîne.
Çalakî bi dirûşmên şermezarkirina Komkujiya Parîsê bi dawî bû.