Ciwan ji bo azadiya Ocalan meşiyan
Bi pêşengiya Meclîsa Ciwanan a Zinar Raperîn a Evry, ciwanên Kurd ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan.
Bi pêşengiya Meclîsa Ciwanan a Zinar Raperîn a Evry, ciwanên Kurd ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan.
Girseya gel li meydana Corbeîlê li hev civiya û heta Şaredariya Evry û stasyona trenê ya navendî meşiya.
Di meşê de dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe", "Lîberte poûr Ocalan" hatin qîrîn.
Ciwanan li meydana Corbeîlê daxuyaniyek dan û gotin, "Heta ku Rêber Apo azad bibe, ciwanên Kurd wê jiyana sexte ya li Ewropayê qebûl nekin û têkoşîna xwe ya li dijî dewleta Tirk a faşîst xurtir bikin. Bi ruhê têkoşînê yê Mehmet Tûnç û Pakîze Nayiran re çalakiyên me yên demokratîk wê timî dewam bikin. Weke meclîsa ciwanan a Evry, xeyalên Rêber Apo û şehîdan wê ji bo me ferman bin û em bang li tevahiya ciwanên Kurd dikin, ku têkoşînê mezin bikin."