Daxuyaniya li ser girtina midûrê me yê nûçeyan Demîralp

Midûrê Nûçeyan ê Ajansa me Maxîme Demîralp li ser daxwaza Tirkiyeyê ji aliyê polîsê Belçîkayê ve hate girtin. Em bang li hikûmeta Belçîkayê û hemû saziyên Yekîtiya Ewropayê dikin, ku rê li ber berdana Demîralp vekin.

Midûrê Nûçeyan ê Ajansa me Maxîme Demîralp, bi hinceta biryara ÎNTERPOL'ê ya li ser daxwaza Tirkiyeyê hate derxistin, ji aliyê polîsê Belçîkayê ve di 15'ê Kanûnê de hate binçavkirin. Piştî rojekê jî ji aliyê dadgehê ve bi heman hincetê hate girtin.

Polîtîkaya zextê û terorê ya Komara Tirkiyeyê, ku bi biryarên ÎNTERPOL'ê li dijî siyasetmedarên Kurd dimeşîne, berfireh bûye û êdî rojnamevanên Kurd jî dike hedef. Girtina midûrê me yê nûçeyan Demîral ji aliyê Belçîkayê ve, encameke vê yekê ye.

Li gorî agahiyên gihîştine ber destê me, serlêdana Tirkiyeyê ya li ÎNTERPOL'ê der heqê Demîralp de, ji ber nûçeyên di ajansa me de hatine weşandin e. Li ser navê demokrasî û azadiyê cihê şermê ye, ku li welatekî Yekîtiya Ewropayê rojnamevanek ji ber nûçeyên xwe tê girtin.

Belçîka bi vê pêkanîna xwe bûye hêza bicihanîna polîtîkayên zext û sansurê yên Tirkiyeyê li Ewropayê. Girtina Demîralp, tê wê wateyê ku zextên li Tirkiyeyê li çapemeniyê tên kirin gihîştine Ewropayê.

Rûniştina dadgeha îtirazê ya li ser girtina midûrê me yê nûçeyan Demîral wê roja Înê pêk were. Em bang li hikûmeta Belçîkayê û hemû saziyên Yekîtiya Ewropayê dikin, ku rê li ber berdana Demîralp vekin.

AJANSA NÛÇEYAN A FIRATÊ (ANF)