Kurdistaniyên li Berlînê: Em bi gelê Elman re ne

Kurdên li paytext Berlînê dijîn, komkujiya DAIŞ'ê ya li dijî sivîlan şermezar kirin.

Komkujiya çeteyên DAIŞ'ê li paytexta Elmanya Berlînê pêk anîn, tê şermezarkirin.

Kurdistaniyên li Berlînê dijîn, ji roja destpêkê ve ji bo piştgiriyê bidin gelê Elman beşdarî protestoyên li ber Dêra Hilweşiyayî dibin.

Piştî serdana pêr a NAV-DEM'ê, Nûnertiya HDK-Berlîn, Nûnertiyên PYD û Rojava yê Elmanyayê destegul danîn cihê komkujî lê hat kirin Dêra Hilweşiyayî. Nûneran piştgiriya xwe ya ji bo gelê Elman nîşan dan.

ÎBRAHÎM: EM JI BO TEVAHIYA MIROVAHIYÊ LI DIJÎ DAIŞ'Ê ŞER DIKIN

Nûnerê Rojava yê li Elmanyayê Sîpan Îbrahîm go, "Dilê me ji bo Elmanya lê dide, em heta dawiyê bi gelê Elman re ne. Em careke din dibêjin; şerê ku em li Kurdistanê li dijî DAIŞ'ê dimeşînin, şerê ji bo tevahiya mirovahiyê ye. Bêyî derengketinê, divê em çeperên xwe bişidînin û bi hev re bi ser dijmin ve biçin."

Kurdistanî piştre beşdarî çalakiya protestoyî ya li dijî partiyên nîjadperest AFD û NPD bûn, ku ev her du partî vê komkujiyê dikin bahane û xwepêşandanên li dijî biyaniyan lidar dixin.

Hevberdevkên HDK/HDP Berlîn-Bradenbûrg û endamên meclîsê, bi komeke qelebalix kulîlk danîn cihê êrîş lê bû.