Li Babê malbateke ku hewl dida bireve ji hêla leşkerên Tirk hat qetilkirin

Leşkerên Tirk îro di saetên şevê de dema ku malbatekê hewl dida bi wesayîtê ji Babê birevin kir hedef û gule li ser reşandin. Di encama êrîşê de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî agahiyan, piştî ku şer li herêma Babê dijwar bû û şûn de 5 kesên ji heman malbatê, bi wesayîtekê hewl dan ji bajêr birevin. Lê, wesayît ji aliyê leşkerên Tirk û çeteyên girêdayî wê ve hat hedefkirin û gule li ser hat reşandin.

Di êrîşê de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li aliyê din çavkaniyên herêmî diyar kirin ku artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê yên li herêmên nêzî Nexweşxaneya Bajêr û li ser Helebê bi cih bibûn, vekişiyane.