HDP'ê nameyek sersaxiyê ji Amedsporê re şand
HDP'ê, ji bo qeptanê Amedsporê Şehmûs Ozer ê jiyana xwe ji dest da, nameyeke sersaxiyê ji tîma Amedsporê re şand.
HDP'ê, ji bo qeptanê Amedsporê Şehmûs Ozer ê jiyana xwe ji dest da, nameyeke sersaxiyê ji tîma Amedsporê re şand.
Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Parlamenterê Qersê Ayhan Bîlen, ji bo Qeptanê Amedsporê Şehmûs Ozer ê di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest da, nameyek ji Serokê Kulûba Amedsporê Nûrûllah Edemen re şand û sersaxî jê re xwest.
Nameya Berdevkê HDP'ê Bîlgen wiha ye:
"Me bihîst qeptanê tîma we Şehmûs Ozer di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest daye û em pê gelekî êşiyan.
Bila rehma Xwedê li Şehmûs Ozer be û em ji malbatê, xizmên wî, hevalên wî yên di nava tîm de cih digire û ji tevahiya civata Amedsporê re sersaxiyê dixwazin.
Şehmûs Ozer, di têkoşîna faîr play a Amedsporê ya li dijî zext û cihêkariya li qada sporê û burokrasiya sporê, kesayetekî girîng bû. Alîgirên Amedsporê û civata sporê wê wî bi van taybetmendiyên xwe bibîr bînin."