Demîrtaş ji bo Şehmûs Ozer peyama sersaxiyê da

Demîrtaş, ji bo lîstikvanê Amedsporê Şehmûs Ozer peyama sersaxiyê şand.

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş, ji bo lîstikvan û kaptanê Amedsporê Şeyhmûs Ozer ê ku di encama qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest da, peyameke sersaxiyê şand.

Di peyamê de ev tişt hatin gotin:

“Em pir xemgîn in ku lîstikvan û kaptanê Amedsporê Şehmûs Ozer di encama qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest daye.

Di serî de Xwedê bi rehma xwe Şehmûs şa bike; ji malbat, alîgir, lîstikvan û rêveberên Amedsporê; bi  awayekî giştî ji hemû camîaya spor û lîstikvanan re sersaxiyê dixwazim.”