KNK: Komara Mehabadê cihê serfiraziya gelê Kurdistanê ye
KNK’ê salvegera damezrandina Komara Kurd a Mehabadê pîroz kir û got, "Ew destketa dîrokî, bû cihê dilxweşî û serfiraziya gelê Kurdistanê."
KNK’ê salvegera damezrandina Komara Kurd a Mehabadê pîroz kir û got, "Ew destketa dîrokî, bû cihê dilxweşî û serfiraziya gelê Kurdistanê."
Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) di salvegera 71’an a Komara Kurd a Mehabadê de daxuyaniyek nivîskî da û li ser dema ragihandina Komara Kurd got, "Ew destketa dîrokî, bû cihê dilxweşî û serfiraziya gelê Kurdistanê." Li ser girîngiya bajarê Mehabadê jî got, "Her tim bajarê xebat û Kurdayatiyê bûye û bû paytextê wê serbilindiyê."
KNK’ê li ser salvegera damezerandina Komara Kurd a Mehabatê bi berdewamî got, "Mixabin, Komar tenê yazdeh mehan dom kir û di komployeke navneteweyî de dawî li jiyana wê hat. Paşê Pêşewa û hevalên wî ji alî dewleta Îranê ya dagirker ve li meydana Çarçirayê hatin îdamkirin.
Helbet hêvî û xewna Kurdistaniyan ji bo serxwebûn û azadiyê, ji bo jiyaneke azad û pêşkeftin û pêşkeftinxwaziyê li wir bi dawî nebû. Kurdistanî li her çar parçeyên Kurdistanê li ser rêça wê hizr û armanca pîroz meşiyan û li ser berdewam in." KNK'ê destnîşan kir, ku Komarê di heman demê de ezmûneke dewlemend ji bo gelên Kurdistanê hişt.
Herî dawî jî hate gotin ku ew weke KNK’ê bejna xwe li ber giyanê Pêşawa Qazî û tevahiya şopdarên wê rêya pîroz ditewînin!