Endamên KESK’ê yên ku hatin îxrackirin bi mebesta protestoya îxrackirinan li Sendîkaya Kedkarên Buroyê (BES) çalakiya rûniştinê pêk anîn.
Di çalakiyê de tim dirûşmên wekî ‘’Bi berxwedanê em ê bi ser bikevin’’, ‘’Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan’’ hatin berzkirin. Serokê Şaxa TUM BEL-SEN’ê Mûhsîn Yanik di çalakiyê de got li bajêr 440 kes kedkar ji kar hatine kirin û gavên hikûmetê dirî aqil û mêntiq in.
‘EV ROJ JÎ WÊ LI PAŞ BIMÎNIN’
Yanik diyar kir ku 20 hevalên wan ên hatine îxrackirin li girtîgehê ne û bi berdewamî got: ‘’LiTirkiyê li ser kedkaran, akademîsyenan, nûçegihanan lêpirsîn têne vekirin, ji kar têne dûrxistin û wan dixin girtîgehan. Me got ev tişt ne çareserî ne û em ê dîsa bibêjin. Împaratoriya ku bi Rewşa Awarte re ava kirine demdemî ye. Gel beriya niha di 12’ê Îlonê de jî li ber xwe da û bermahiyên wê hişmendiyê ji holê rakir. Ev roj jî wê li paş bimînin.’’ Yanik diyar kir ku AKP ji hêla siyasî ve dihele û diyar kir ku ew ê li dijî polîtîkayên tundiyê li ber xwe bidin û radestî çanda teslîmyetê nabin ku li ser wan tê ferzkirin.