Li Îzmîrê Tevgera Ciwanên Şoreşger hat ragihandin
Tevgera Ciwanên Şoreşger li Îzmîrê hat ragihandin. Di daxuyaniya ragihandinê de bang rêxistinbûnê li ciwanan hat kirin.
Tevgera Ciwanên Şoreşger li Îzmîrê hat ragihandin. Di daxuyaniya ragihandinê de bang rêxistinbûnê li ciwanan hat kirin.
Tevgera Ciwanên Şoreşger hat ragihandin. Daxuyaniya ragihandinê li navçeya Konak a Îzmîrê hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo û Tevgera Azadiyê tê meşandin, bûye ççavkaniyeke mezin a hêviyê ji bo gelê Kurd."
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser gefên qirkirinê yên gelê Kurd tê xwarin û hat gotin, "Hê jî êrîş li gelê me û Rêberê me tên kirin. Ziman û nasnameya me tê înkarkirin û welatê me bê statu tê hiştin. Li dijî her şêwe êrîşên dewletê em ê li ber xwe bidin û têkoşîna xwe bi rengekî rêxistinbûyî bidomînin. Ji ber vê yekê ji bo me rewa ye ku em xwe birêxistin bidin û parastina xwe bikin. Li herêma Îzmîrê, weke Tevgera Ciwanên Şoreşger em ê bersivê bidin daxwaza xwerêveberî û xweparastinê ya gelê me, ku meşrû ye."
Di dewama daxuyaniyê de li dijî destavêtin, destdirêjî û polîtîkayên ajankirinê, banga rêxistinbûnê hat kirin û hat gotin, "Ciwanên Kurd divê bi taybetî sala 2016'an baş fêhm bikin û li her qadê dest bi têkoşîna azadiyê bikin. Li ser vê bingehê pêwîste em li dijî êrîşên faşîst ên li ser gelê me xwe birêxistin bikin û gel bi rêxistin bikin. Li dijî destavêtin, destdirêjî û planên şerê taybet ên weke narkotîk û ajankirinê, em ê xwe bi rêxistin bikin û gelê xwe li dijî van êrîşan biparêzin."