BI DÎMEN

Kartal: Divê gelê me li dora Rêber Apo li hev bicive!

Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal bang li Kurdan kir, ku li dijî komploya 15'ê Sibatê çalakiyên protestoyî lidar bixin û got, "Divê gelê me di vê demê de dakeve kolanan bin û li dora Rêber Apo li hev bicive."

Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal bang li Kurdan kir, ku li dijî komploya 15'ê Sibatê çalakiyên protestoyî lidar bixin û got, "Divê gelê me di vê demê de li kolanan bin û li dora Rêber Apo li hev bicivin."

Kartal, armanca komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, rewşa Kurdan û ya Rojhilata Navîn ji ANF'ê re nirxand.

GELÊ ME Û ŞEHÎDÊN ME PÊŞÎ LI KOMPLOYÊ GIRTIN

Kartal da xuyakirin, ku hêzên kompoker xwestin bi dîlgirtina Rêber Apo û teslîmkirina wî re polîtîkayên xwe li Rojhilata Navîn bixin meriyetê û got, "Lê belê gelê me û şehîdên me, bi têkoşîneke mezin xwedî li Rêberê xwe derketin û pêşî li vê yekê girtin. Ji wê rojê û vir ve li Kurdistanê bi pêşengiya Rêber Apo gelek guhertin çêbûn. Gelê Kurd piştî komploya navneteweyî li dora Rêber Apo li hev civiya, bû yek û xwe bi rêxistin kir. Li qada navneteweyî nîşan da, ku ew ê dest ji daxwaza azadiyê û Rêberê xwe bernede. Wekî din, li çar parçeyên Kurdistanê û gelemperiya Rojhilata Navîn, vîna azadiyê ya gelê Kurd mezin bû. Ev îrade ji aliyê îdeolojîk, siyasî û felsefî ve ji bo mirovahiyê veguherî paradîgmayeke alternatîf. Îro li Rojavayê Kurdistanê paradîgmaya civaka demokratîk gihîştiye astekê. Ev paradîgma li Bakurê Kurdistanê û tirkiyeyê, tevî hemû zext û zordariya şer û neçareseriyê ya Erdogan, bûye yekane cihê çareseriyê."

Kartal diyar kir, dewleta Tirk ev 18 sal in tecrîdê li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ferz dike û got, "Lê belê Rêber APo ev 18 sal in di nava berxwedaneke mezin de ye. Rêber Apo, 18 sal in mesaja 'eger derfeta çareserî û aştiyê hebe, ez amade me rola xwe bilîzim' dide. Lê belê ev îmkan nebe, ez ê minetê li dewletê nekim. Ev yek bi pratîka xwe nîşan da. Lewma nepêkan e ku dewlet siyaseta xwe li ser Rêber Apo ferz bike. Ev siyaset û konsept li Tirkiyeyê û Kurdistanê encamê bi dest naxe. Ji xwe bi berxwedana Rêber Apo, tevgera me û gelê me re dewlet tengav bûye. Ev yek jî nîşan dide, wê careke din neçarî Rêber Apo bimînin."

GELÊ KURD BI RÊBER APO XWE NAS KIR

Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal işaret bi têkoşîna 43 salan a Rêberê Gelê Kurd û tevgera azadiyê kir û got, "Gelê Kurd, dîrok û rastiya we bi Rêber Apo nas kir. Li ser vê rastiyê, baweriya bi xwe mezin kir. Îro li ser vê bingehê têkoşîna azadiyê dimeşîne."

Kartal da zanîn, dewleta Tirk bi şerekî topyekûn dixwaze destketî û hebûna Kurdan ji holê rake û wiha dewam kir: "Niyeteke xwe ya çareseriyê nîne. Ji aliyê manewî, madî, dîrokî û siyasî ve dixwaze vîna gelê Kurd tine bike. Eger nikaribe vê bike jî dixwaze qels bike. Hewl dide li Rojhliata Navîn pêşî li van daxwazan bigire. Ya ku dibe para gelê Kurd jî, berxwedana topyekûn a li dijî vê ye. Ji ber ku divê ev yek ji bo azadiya Rêber Apo û siberoja gelê Kurd be. Di serî de li Kurdistanê divê gelê me li her cihî li ber xwe bide."

BERXWEDANA LI DIJÎ POLÎTÎKAYÊN TINEKIRINÊ YÊN DEWLETÊ

Kartal anî ziman, îsal ji bo wan ji salên din gelekî cudatir e û got, "Pêkanîna sereke ya dewleta Tirk a li dijî hebûna Kurdan, zext û tecrîda li ser Rêber Apo ye. Lewma sala 2017'an ji bo gelê me û gelên Kurdistanê sala çarenûsê ye. Gelê me bi hest û têkoşîneke cuda îsal pêşwazî dike. Li gelek deverên cîhanê, bi taybetî li Ewropayê gelê me vê bi çalakiyan pêşwazî dike. Ji bo vê meşên dirêj lidar dixe. Di 1'ê Sibatê de dostên enternasyonal û nûnerên saziyên Kurdan wê li Luksembûrgê heta Strasboûrgê bimeşin. Li aliyê din, bi pêşengiya ciwanên Kurd wê ji Elmanyayê heta Strasboûrgê meş bê lidarxistin. Wekî din wê li gelek welatan meş û çalakî bên lidarxistin. Weke tevgera jinên Kurd, ciwanên Kurd û tevahiya gelê Kurd, divê em îsal li dora Rêber Apo bicivin."

Kartal da xuyakirin, ku mîsyoneke mezin dikeve ser milê gelê Kurd ê li Ewropayê û got, "Gelê me yê li Ewropa û gelemperiya cîhanê, bi çalakî û meşên xwe divê bibe dengê gelê me yê li welêt. Di serî de li Kanada, Awûstralya, Latîn Amerîka, Amerîka, Rûsya û Japonyayê, divê li her cihî dakevin qadan."

Kartal bibîr xist, ku Erdogan hem zilmê dike hem jî seferberiyê radigihîne û got, "Li dijî vê zilmê lazim e em jî bikevin nava seferberî û berxwedaneke topyekûn. Em sala 2017'an bikin sala azadiyê ya gelê me û Rêber Apo."