Operasyonên qirkirina siyasî dewam dikin

Operasyonên qirkirina siyasî, ku rejîma AKP/Qesra Erdogan li dijî gelê Kurd û HDP'ê dimeşîne, dewam dikin.

Operasyonên qirkirina siyasî, ku rejîma AKP/Qesra Erdogan li dijî gelê Kurd û HDP'ê dimeşîne, dewam dikin.

MANÎSA

Li Manîsayê di 12'ê Kanûna 2016'an de bi îdîaya têkiliya wan bi êrîşa li Beşîktaşê re heye Hevserokê HDP'ê yê navçeya Salîhlî ya Manîsaniyê Abdulkadîr Murg, Hevserokê Akhîsarê Siddik Bulbul, Hevserokê Golmarmarayê Tarik Şahîn, Hevserokê Sarigolê Abdulhamît Kozcan, Hevserokê Alaşehîrê û rêveberê navçeya Yunusemre Rahmetullah Yapil ên hatibûn binçavkirin. Binçavkirî di 9'ê Çileyê de bi şertê kontrola edlî hatin berdan, lê li ser îtiraza dozger duh ji şev careke din ji malên xwe hatin binçavkirin.

Hate hînbûn ku siyasetmedarên hatin binçavkirin piştî kontrola tenduristiyê birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajarê. 

ÎZMÎR

Li Îzmîrê jî, xebatkarên edliyeyê yên endamê BES'ê, ku bi îdîaya 'pewendiya xwe bi êrîşa bombeyî ya li dijî edliyeyê heye' hatin binçavkirin, hatin sûcdarkirin ku endam ji Eniya-Partiya Rizgariya Gel a Tirkiyeyê (THKP-C) û Artêşa Rizgariya Gel a Tirkiyeyê (THKO) ên berî bi salan xwe fesih kiribûn, peyda kirine.

Kesên hatin binçavkirin, piştî 5 rojan îfade dan û hatin berdan. Di raporên îfadeyê wan de derket holê, ku ti pêwendiya her 6 kesan bi êrîşê re nîne û binçavkirina wan ji ber lêpirsînên cuda hatiye kirin.

Serokê BES ê Îzmîrê Mûsa Sever da xuyakirin, ku ew binçavkirina bi rengekî kêfî şermezar dikin.