KNK'ê ji bo Pîr Elî Heyder Cîlasûn peyama sersaxiyê weşand
KNK'ê da xuyakirin, ku Pîr Elî Heyder Cîlasûn di dema damezrandina PKDW û KNK'ê de xwedî kedeke mezin bû û ji ber wefata wî ji malbat û dostên Cîlasûn û tevahiya gelê Kurd re sersaxî xwest.
KNK'ê da xuyakirin, ku Pîr Elî Heyder Cîlasûn di dema damezrandina PKDW û KNK'ê de xwedî kedeke mezin bû û ji ber wefata wî ji malbat û dostên Cîlasûn û tevahiya gelê Kurd re sersaxî xwest.
Konseya Rêveber a KNK'ê, ji ber wefata Pîr Elî Heyder Cîlasûn, peyameke sersaxiyê weşand.
Peyama KNK'ê bi vî rengî ye:
"Serokê rûmetê yê Tevgêra Elewiyan a Demokratik Pîr Elî Heyder Cîlasûn, di 27 ê Kanûna 2016 an de koça xwe ya dawî kir û çû ser dîlovaniya xwe.
Pîrê me Elî Heyder, di wî temenê xwe yê dirêj de, ji bo doza neteweyî û baweriya xwe ya Elewîtiyê xwedî ked û hewldanek gelek hêja ye. Di vî warî de gelek berhemên wî yên hunerî yên şoreşgerî û şanogerî jî hene.
Her wiha di avakirina PKDW û KNK ê de jî, weke endamekî damezrîner pir salan di nava xebata siyasî û dîplomasî de jî cih girt.
Bêguman bi vê koça wî ya dawî; bi vê meşa wî ya ber bi heqiyê ve em gelek xemgîn bûn.
Her wiha em, xemgîniya malbata wî jî parve dikin û ji bo nas, dost, heval, hogir, malbata wî û hemû gelê me yê welatparêz sersaxiyê dixwazin.
Bila serê gelê me sax be!"