Ji bo rojnamevan Çelîk serî li Neteweyên Yekbûyî hat dayîn
Ji bo Midûrê Nûçeyan ê DÎHA'yê Omer Çelîk ku hatiye girtin, serî li Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî hat dayîn.
Ji bo Midûrê Nûçeyan ê DÎHA'yê Omer Çelîk ku hatiye girtin, serî li Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî hat dayîn.
Ji bo Midûrê Nûçeyan ê DÎHA'yê Omer Çelîk, ku di 25'ê Kanûnê de hat binçavkirin û piştî 24 rojên li binê çavan duh ji aliyê 8. Dadgeriya Ceza ya Sûlhê ya Stenbolê hat girtin, serî li Neteweyên Yekbûyî hat dayîn.
Serlêdan li Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî hat kirin û hat ragihandin, ku bi binpêkirina hemû qanûnên hiqûqê Çelîk bi lêdanê hatiye binçavkirin, 24 rojan di binê çavan de hatiye hiştin û piştre ji aliyê dadgehê ve bi rengekî neheq hatiye girtin.
Rayedarên Neteweyên Yekbûyî piştî serlêdanê agahî dan û diyar kirin, ew ê mijarê ji nêz ve bişopînin û di demeke kurt de têkiliyê bi rayedarên Tirk re deynin.