Qanûna Dîktatoriyê li Meclîsê hat qebûlkirin

Hemû xalên pêşniyara guhertina destûra bingehîn a ji bo sîstema serokatiyê hat amadekirin, li Meclîsa Tirkiyeyê di dengdanê de hatin qebûlkirin.

Nîqaş û dengdana li ser pêşniyara guhertina destûra bingehîn, ku di 9'ê Çileyê de dest pê kirin, duh bi şev qediya û pêşniyar bi 339 dengên 'erê' hat qebûlkirin.

Pêşniyar piştî ku ji aliyê Serokkomarê Tirk Erdogan ve hat erêkirin, wê pêşkêşî referandûmê bê kirin.

Ji bo Serokkomar erê bike, 15 rojên wî hene. Wê dema referandûmê jî li gorî vê diyar bibe.

Berdevkê hikûmetê Nûman Kûrtûlmûş ji bo referandûmê işaret bi 2-9'ê Nîsanê kiribû.