CDK-F'ê ji bo mîtînga 23'ê Çileyê banga tevlîbûnê kir
CDK-F'ê ji bo mîtînga 23'ê Çileyê ya li Parîsê, ku wê ji bo Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bê lidarxistin, banga tevlîbûnê kir.
CDK-F'ê ji bo mîtînga 23'ê Çileyê ya li Parîsê, ku wê ji bo Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bê lidarxistin, banga tevlîbûnê kir.
Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Fransayê (CDK-F), ji bo mîtînga 23'ê Çileyê roja Duşemê ya li Parîsê bê lidarxistin, banga tevlîbûnê kir.
Di daxuyaniya nivîskî ya Hevserokatiya CDK-F de hat gotin, "Doza sê jinên Kurd ên di 9'ê Çileya 2013'an de hatin kuştin, wê pêk were. Tevî ku di ser re çar sal derbas bûn, rûniştina dozê dest pê nekiriye. Em vê yekê weke destwerdana hikûmeta Fransayê li ser dadgehê dibînin. Lêpirsîna vê dosyayê di Gulana 2015'an de qediya, lê ji hingî ve tevî ku delîlek jî pêşkêşî dosyayê nehatiye kirin, rûniştina dadgehê belasebep hat taloqkirin. Herî dawî ji bo 23'ê Çileya 2017'an hat taloqkirin. Mirina bersûc beriya destpêkirina rûniştina dadgehê, tê wê wateyê ku Fransa dewlet û îstîxbarata Tirk diparêze. Li ser mirina bi guman a bersûc, dibe ku bê xwestin dadgeh were betalkirin. Kurd wê vê rewşê qebûl nekin û nehêlin dadgeh bê betalkirin. Dibe ku bersûc miribe, lê kiryarên rastî hê li derve ne.
Heta ku kujerên rastî yên sê şehîdên me yên jin bên eşkerekirin, weke Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Fransayê (CDK-F) em ê şopdarên dozê bin. Li ser vê bingehê, ji bo mîtînga 23'ê Çileyê roja Şemiyê li meydana Chateletê, em bang li Kurdistanî û dostên wan dikin ku bi xurtî tevlî bibin."