Li Babê herî kêm 5 leşkerên Tirk hatin kuştin
Çeteyên DAIŞ'ê li Babê êrîşî leşkerên Tirk kirin û di encama êrîşê de herî kêm 5 leşkerên Tirk hatin kuştin.
Çeteyên DAIŞ'ê li Babê êrîşî leşkerên Tirk kirin û di encama êrîşê de herî kêm 5 leşkerên Tirk hatin kuştin.
Di roja 150. ya operasyona Mertalê Firatê de, çeteyên DAIŞ'ê li Babê êrîşî herêmên leşkerên Tirk kirin lê diman kir, herî kêm 5 leşker hatin kuştin.
Hat diyarkirin ku êrîş di saetên danê nîvro de pêk hatiye, gelek leşkerên Tirk hatine kuştin.
Li gorî agahiyên destpêkê 5 leşker hatine kuştin û 9 leşker jî birîndar bûne.
Li nexweşxaneyên Dîlok û Kilîsê amadekariyên lezgîn hatine kirin.
Çeteyên DAIŞ'ê beriya niha jî çend caran êrîş pêkanîbûn û hejmara kuştiyên dewleta Tirk li herêmê gihiştibûn 40'an.