Sariyildiz: AKP hewl dide ku xwe ji darizandinê bifilitîne

Çalakiya Hefteya Kurd a li Toulouseyê bi mîtîngekê bi dawî bû. Di mîtîngê de parlamenterê hDP'ê Sariyildiz axivî û got: "’AKP dixwaze bi guherandina destûra bingehîn xwe ji darizandinê bifilitîne."

Li bajarê Toulouse yê li Başûrê Fransayê Çalakiya Hefteya Kurd a Kolektîfa Hevgirtina Kurdan ku di nav de Navenda Çanda Demokratîk, sendîka, partiyên siyasî, komele jî cih digirin, bi mîtîngekê bi dawî bû.

Wekîlê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz û nivîskarê rojnameya L’humanîtê Pîerre Barbancey weke qiseker tevlî mîtîngê bûn.

'WEKE HÎTLER Û MÛSSOLÎNÎ...'

Sariyildiz got AKP bi guherandina destûrê dixwaze rejîma dîktatorî ava bike û hevserok, wekîlên HDP’ê yên ku dikarîbûn li dij vê derkevin hatin girtin. Sariyildiz got, "Erdogan weke Hîtler û Mûssolînî polîtîkayên yekparêzî û faşîzmî hildiberîne, bi MHP’ê re dixwaze xwe bi guherîna destûrê xwe ji darizandinê biparêze."

'ASTANA WÊ NEBE ÇARESERÎ'

Pîerre Barbancey jî di mîtîngê de bal kişanda ser hevdîtina Astana û got, ev jî weke Cinêvê wê bi xwe re ti çareseriyê neyîne. Barbancey diyar kir, Kurd li Sûriyê di rêya sêyem de ku xwe spartiya mafê mirovan, bi pêş dikevin. Barbancey da xuyakirin, ku Tirkiye, Îran, Sûriye li Astanayê dixwazin statûkoya xwe biparêzin û statûya Kurdan jî asteng bikin.