Ciwanan ji bo azadiya Ocalan çalakî lidar xistin

Ciwanên Kurd ên li Creîlê dijîn, ji bo azadiya Ocalan pankart vekirin û ji bo meşa dirêj a 5'ê Sibatê banga tevlîbûnê kirin.

Endamên Ciwanên Azad li bajarê Creîl ê Fransayê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pankarta bi nivîsa " Ji Ocalan re Azadî" li ser pirek nêzî bajarê Creîl ve kirin.

Ciwanan silav dan kampanya 'Azad Bike' û gotin, azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azadiya wan e. Ciwanan diyar kirin, heta hemû girtiyên siyasî bi taybetî Ocalan azad bibe, wê her roj çalakiyên xwe bidomînin.

Ji bo meşa dirêj a ciwanan jî, ku roja 5'ê Sibatê li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê dest pê dike û heta bajarê Strasboûrg ê Fransayê dewam dike, banga tevlîbûnê hat kirin.