Polat: Rojnamevan ji bo xatirê wezîrekî girtin

Rojnamevan Fatîh Polat diyar kir, girtina Omer Çelîk, Mahîr Kanaat û Tûncay Ogreten nîşan dide, bê dewletê ji bo xatirê wezîrekî bi çi rengî rojnamevan kiriye qurban.

Polat ji ANF'ê re axivî û anî ziman, ti ji rojnamevanên hatine girtin ne yên girtinê ne. Polat got, "Em ê hem şopdarên hempîşeyên xwe bin, hem jî bibin dengê wan."

Nerazîbûna li girtina Midûrê Nûçeyan ê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê Omer Çelîk, Nûçegihanê Dîkenê Tûncay Ogreten û xebatkarê rojnameya BîrGunê Mahîr Kanaat, zêde dibin. Berpirsyarê Weşana Giştî ya Rojnameya Evrenselê Fatîh Polat, ku berî girtinê Çelîk, Kanaat û Ogreten dît, da xuyakirin ku biryara girtinê neheqiyeke mezin e. Polat bibîr xist, bi girtina Çelîk, Kanaat û Ogreten re hejmara rojnamevanên li Tirkiyeyê girtî ne, gihîşt 149 kesan û got, "Ev yek cihê şermê ye."

Polat diyar kir, ti ji sûcdariyên dixin stuyê her sê rojnamevanan nehatine îspatkirin û anî ziman, girtina rojnamevanan ji be mailên Berat Albayrak ên hatin weşandin e. Polat got, "Biryara girtinê nîşan dide, ku dewlet ji bo xatirê wezîrekî xwe, dikare çi bîne serê rojnamevanan."

'EM Ê BIBIN DENGÊ HEMPÎŞEYÊN XWE'

Polat destnîşan kir, ew bi Omer, Mahîr û Tûncay serbilind e û bibîr xist, erka bingehîn a rojnamevanan lêpirsîn e. Polat diyar kir, ev biryara girtinê ya kêfî wê li pêşiya vê erka rojnamevanan nebe asteng. Polat anî ziman, weke rojnamevanan ew ê heta dawiyê xwedî li pîşeyê xwe derkevin û ji bo serbestberdana hempîşeyên xwe jî têbikoşin. Polat, "Ti ji rojnamevanên karê xwe dikin, ne yên girtinê ye. Em ê heta dawiyê bidin ser şopa hempîşeyên xwe û bibin dengê wan."