Greva karkerên metalê hate qedexekirin
2 hezar û 200 karkerên ser bi Sendîkaya Kar a Metalê ya DÎSK'ê, danê vê sibehê li 13 febrîqeyan ketin grevê. Lê belê bi hinceta ku 'gefê li ewlekariya milî dixwe' greva karkeran hat qedexekirin.

Li Stenbol, Kocaelî, Îzmîr û Manîsayê greva karkerên metalê ya ku 13 fabrîkayên girêdayî şîrketên Enerjiyê yên ABB Elektrîk, Grîd Solutîon, Schneîder Elktrîk û Schneîder hate qedexekirin.
Di hejmara mukerre a Rojnameya Fermî de ku bi îmzeya Serokkomarê Tirk Erdogan, Serokwezîr Yildirim û wezîran hate ragihandin ku 60 rojan hatiye taloqkirin. Hinceta qedexeya ji bo grevê jî weke 'gefê li ewlekariya millî dixwe' hate nîşandan.