Li Edene û Manîsayê gelek kes hatin binçavkirin û girtin

Li Edeneyê 5, li Manîsayê jî 8 kes hatin binçavkirin. Li Manîsayê her wiha 3 kes hatin girtin.

Operasyonên qirkirina siyasî yên ji aliyê rejîma AKP/Qesra Erdogan ve tên meşandin, dewam dikin. Li Edeneyê 5, li Manîsayê jî 8 kes hatin binçavkirin. Li Manîsayê her wiha 3 kes hatin girtin.

EDENE

Polîsên Tirk danê vê sibehê li Edeneyê avêtin ser malan. Di serdegirtinan de Serokê Şaxa Çanda Haci Bektaşî Velî Kemal Çelîk, xwendevanê Rojnameya Ozgur Gelecek Emîn Bûrak Turer û Cûma Çîçek, Baran Şahîn û Şiyar Yagiz hatin binçavkirin. 5 kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polisan a Bajar ji wir jî birin Fermandariya Jendermeyan a Çûkûrovayê. 

MANÎSA

Li Manîsayê jî polîsan avêtin ser gelek malan. Polîsan di serdegirtina malan de 8 kes binçavkirin. 8 kesên hatin binçavkirin û navê wan nehat zanîn birin Midûriyeta Polîsan a Manîsayê. Li aliyê din Li navçeya Salihlî ya Manîsayê jî 3 kesên di 10'ê Çile de di serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin girtin û şandin girtîgehê.