NCT: PKK gefê li ewlekariya Swêdê naxwe

NCT'ê di nirxandina xwe ya sala 2017'an a têkildarî gefa terorê de got, niyeteke PKK'ê nîne ku li Swêdê çalakiyên 'terorê' lidar bixe. NCT'ê destnîşan kir, rîska herî mezin a terorê dibe ku ji tevgerên Îslamî yên tund were.

Navenda Neteweyî ya Nirxandina Gefa Terorê (NCT) di nirxandina xwe ya sala 2017'an a têkildarî gefa terorê de got, niyeteke PKK'ê nîne ku li Swêdê çalakiyên 'terorê' lidar bixe. NCT'ê destnîşan kir, rîska herî mezin a terorê dibe ku ji tevgerên Îslamî yên tund were.

NCT ji Polîsê Ewlekariyê yê Swêdê (Sapo), Servîsa Ewlekarî û Leşkerî ya Swêdê (MUST), Saziya Radyo ya Parastina Neteweyî ya Swêdê (FRA) pêk tê û her sal gefa terorê ya li ser Swêdê dinirxîne. NCT rapora xwe ya li ser gefa terorê ya îsal bi raya giştî re parve kir.

Rapora sala 2017'an a NCT çend roj berê hat eşkerekirin. Di vê raporê de hat ragihandin, rîska êrîşên terorê li Swêdê, 3 ji 5 dibetiyan e û hat destnîşankirin, ku ev gef dibe ku ji komên Îslamî yên tund ên mîna DAIŞ û El Qaîdeyê were.

HEJMARA CÎHADÎSTÊN JI SWÊDÊ DIÇIN SÛRIYE Û IRAQÊ KÊM BÛ

Di raporê de hat ragihandin, hejmara kesên di nava sala dawî de çûne Iraq û Sûriyeyê û tevlî nava refên rêxistinê terorê bûne, kêm bûne û hat gotin, "Heta ku derbasbûna ji sînorê Tirkiye û Sûriye û Iraqê pêkan be, kêm jî be wê tevlîbûna li nava DAIŞ'ê û El Qaîdeyê dewam bike. Eger sînorên Tirkiyeyê bi temamî werin girtin, wê tevlîbûn gelekî kêm bibe."

DAIŞ PLAN DIKE LI EWROPAYÊ ÇALAKIYÊN TERORÊ LIDAR BIXE

Di dewama raporê de hat gotin, DAIŞ'ê di sala 2016'an de li Iraq û Sûriyeyê derbeke mezin xwariye, hin herêmên di destê xwe de winda kiriye û gelek rêveberên payebilind ên vê rêxistinê hatine kuştin. Raporê bibîr xist, DAIŞ'ê banga lidarxistina çalakiyên terorê li sempatîzanên xwe yên li Ewropayê kiriye.

Di raporê de tê destpêkirin, ku El Qaîde bi hesabên demdirêj serî li çalakiyên terorê yên li welatên rojava dide û hat gotin, "Lê ev yek nayê wê wateyê ku sempatîzanên El Qaîdeyê wê bi însiyatîfa xwe çalakiyên terorê lidar nexin."

ARMANCEKE PKK'Ê NÎNE KU LI SWÊDÊ ÊRÎŞA TERORÊ LIDAR BIXE

Di beşa raporê ya bi sernavê "Gefa li Swêdê ya ji ber motîvasyona cihêkariyê" de hat destnîşankirin, ku armanceke PKK'ê nîne ku li Swêdê serî li çalakiyên şîdetê yên weke terorê bên dîtin, bide. 

Hat ragihandin, mîna li gelemperiya Ewropayê, PKK dixwaze li Swêdê jî ji lîsteya 'rêxistinên terorê' bê derxistin û ji ber vê armanca xwe ya stratejîk, nepêkane ku li Swêdê dest bi çalakiyên terorê bike.

PKK JI BO ÇALAKIYÊN ŞÎDETÊ TEŞWÎQ NAKE

Di dewama raporê de hat destnîşankirin, ku tevî şerê giran ê navbera dewleta Tirk û PKK'ê, PKK sempatîzanên xwe yên li derveyî welat, ji bo çalakiyên şîdetê yên li dijî berjewendiyên Tirk, teşwîq nake. Hat ragihandin, tevî vê yekê jî dibe ku hin kes bi însiyatîfa xwe li ber vê helwesta PKK'ê rabin û êrîşî berjewendiyên Tirkan bikin.

NCT, di nava asta ji 5 hejmarên xeteriya terorîzma ji ber cihêkariyê de, asta xeteriyê ji 2'an (gefeke kêm e) daxist asta 1'ê (qet gefê naxwe).

Şefê NCT'ê Mats Sandberg ji Radyoya Dewletê ya Swêdê re axivî û diyar kir, bi destpêkirina şerê giran ê navbera PKK û dewleta Tirk re, agahî ji wan re hatiye ku li Swêdê dibe ku serî li çalakiyên 'terorê' were dayîn, lê belê ji ber ku dis ala 2016'an de ev yek pêk nehat, wan asta gefê ji bo sala 2017'an kêm kirine.

DIBE KU ÎSLAMIYÊN TUND SERÎ LI ÇALAIKIYÊN TERORÊ BIDIN

Sandberg da xuyakirin, ku êrîşên gengaz ên terorê dibe ku ji aliyê DAIŞ an jî El Qaîdeyê ve bên kirin û diyar kir, li şûna êrîşên bi fermanê tên kirin, rîsk zêde ye ku çalakiyên terorê yên Îslamiyên tund bûne û ketine bin bandora van rêxistinan, pêk werin.