Welatparêzê Kurd Necatî Karadag jiyana xwe ji dest da
Welatparêzê Kurd Necatî Karadag ji ber nexweşiya kansera pişikê jiyana xwe ji dest da.
Welatparêzê Kurd Necatî Karadag ji ber nexweşiya kansera pişikê jiyana xwe ji dest da.
Necatî Karadag, ku li gundê Xelîkan ê Cîhanbeyliyê ji dayik bû, ev 22 sal bûn li bajarê Goteborg ê Swêdê dima.
Karadag bi alîkarîhezî, dilnizmî û fedakariya xwe di nava Kurdistaniyan, Swêdî û gelên din de dihat hezkirin.
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Goteborgê, sersaxî ji malbata Karadag û gelê Kurd re xwest.
Hat ragihandin, wê bîranîna Karadag bi xurtkirina têkoşîna azadiyê, bidomînin.