Girtîgeha Girtî ya Tîpa F ya Edîrneyê, bi binpêkirina mafên mirovan, îşkence û pêkanînên xerab, her di rojê de ye. Piştî ku Hevserokê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Parlamenterê HDP'ê yê Colemêrgê Abdullah Zeydan jî lê hatin girtin, ev kiryarên nebaş ên li girtîgehê zêdetir bûn. Demîrtaş û Zeydan bi îdîaya 'ewlekariyê' li hucreya şexsekî tên girtin. Li vê girtîgehê serdestgirina qewîşan bênavber dewam dike. Hefteyê du rojan davêjin ser qewîşan. Ji bilî nivînan tiştek li qewîşên wekîlên HDP'ê nîne. Kaxizên ku wan li ser dinivîsî jî hatin desteserkirin. Rêveberiya Girtîgehê, her wiha dest danîbû ser pirtûk û kincên Demîrtaş ên di walîzê wî de bi xwe re anî bû. Demîrtaş û Zeydan hê jî di nava şert û mercên girtina girtiyên cezayê girtina heta bi hetayê li wan hatiye birîn, li bloka C tên girtin. Piştî ku nûçeya vê yekê hat çêkirin, sirgûnên ji vê girtîgehê dest pê kiribûn.
ZEXT DI ASTA HERÎ BILIND DE YE
Midûrê Girtîgha Tîpa F ya Edîrneyê Haydar Alî Ak, ku li girtîgehên Bolû, Erzîrom û Tekîrdagê bi îşkenceyê tê naskirin, hefteyê du caran davêje ser qewîşan. Leşker û gardiyanan hefteya derbasbûyî avêtin ser qewîşên siyasiyan, ku qewîşa Demîrtaş jî di nav de ye û dest danîn ser lênûs, pirtûk û pênûsan. Girtiyê bi navê Bulent Ozturk ku li ber van zext û zordariya rêveberiya girtîgehê rabû, ev hefteyeke di hucreya tecrîdê ya jê re 'sungerli oda' tê gotin, tê girtin. Aktîvîteyên siyasî yên navbera qewîşan jî ev demeke dirêj e ji ber sedemên cuda tên astengkirin. Her wiha mirovên derdikevin hewşê jî li gorî daxwaza îdareyê ji nava girtiyan tên neqandin. Nameyên bi Kurdî tên nivîsandin jî bi mehan li îdareyê tên girtin. Eşyayên girtiyên tên sirgûnkirin jî tên desteserkirin. Di dema hatinê de lêgerîna bi rengekî tazî li ser girtiyan tê ferzkirin.
DEST BI GREVA BIRÇÎBÛNÊ YA BÊDAWÎ KIRIN
Li girtîgehê, ku zextên li vê derê roj bi roj zêde dibin, girtiyên bi navê Erdal Emeç, Bulent Ozturk, Orhan Şahîn, Zerdeşt Odûncû û Mesût Pehlîvan ev 3 roj in di greva birçîbûnê ya bêdawî de ne. Girtiyan gotin, heta ev kiryarên li dijî mirovahiyê biqedin, wê greva xwe bidomînin.
DAXWAZÊN GIRTIYAN
Girtiyên ketine grevê vê daxwazê ji rêveberiya girtîgehê dikin:
* Bila tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê qedandin.
* Midûrê girtîgehê Haydar Alî Ak ê ku kiryarên li dijî mirovahiyê dike, ji wezîfeyê bê girtin.
* Hevserokê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Parlamenterê HDP'ê yê Colemêrgê Abdullah Zeydan li qewîşa girtiyên siyasî bên bicihkirin.
* Hemû eşyayên hatine desteserkirin, li girtiyan bên vegerandin.