Xizmên windayan li Amed û Îzmîrê daketin qadan
Çalakiyên xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan li Amed û Îzmîrê dewam kirin. Di çalakiyan de li aqûbeta Metîn Bûdak, kalê wî Bahrî Bûdak, Ahmet Şayik û Mehmet Omeroglû hat pirsîn.

AMED
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Şaxê Amedê û xizmên windayan bi slogana "Bila winda bên dîtin kiryar bên darizandin" cara 415. hatin cem hev û li aqûbeta kesên di bin çavan de hatine windakirin an jî kuştin pirsîn. Di çalakiyê de wêneyên kesên hatine windakirin hatin hilgirtin. Serokê ÎHD'ê yê Amedê Racî Bîlîcî diyar kir, di têkoşîna wan a li ser aqûbeta windayan de gelek kuştinên kiryar nediyar çêbûne û yek ji wan jî kuştina Berpirsyarê Giştî yê Weşana Agosê Hrant Dînk e.
Bîlîcî di dewama axaftina xwe de got, eger li Tirkiyeyê li hemberî cihêrengiyê rêzdarî bihata nîşandan kuştinên kiryar nediyar çênedibûn û daxwaza bi cih anîna edaletê dubare kir.
Piştre jî parêzer Hasan Yalçin çîroka Metîn Bûdak û kalê wî Bahrî Budak ên ku di 1994'an de li gundê Yalimli yê navçeya Licê ya Amedê hatin kuştin xwend.
Piştî çalakiya rûniştinê ya ji bo 5 deqeyan, girseya gel belav bû.
ÎZMÎR
Li Îzmîrê jî xizmên windayan li ber Sumerbank a Kevn hatin cem hev. Di çalakiyê de pankarta "Winda diyar in, kiryar li ku ne" hate vekirin û Serokê ÎHD'ê yê Îzmîrê Alî Aydin diyar kir ku bi salan e li bendê ne aqûbeta windayan bê ronîkirin û ji bo ku kiryar bên darizandin û derkevin pêşberî edaletê li qadan in. Aydin bal kişand ser Rewşa Awarte û ev bang kir: "Dest ji polîtîkayên dibe sedema mirina mirovan, berdin". Aydin li aqûbeta Ahmet Şayik û Mehmet Omeroglû yên di sala 1994'an de li navçeya Silopiya ya Şirnexê hatin windakirin, pirsî.