ROJANE
Hemû Nûçe
-
Hefteya Newrozê ya li Danîmarkayê dest pê kir
Hefteya Newrozê ya li Danîmarkayê duh bi şevek li Odense dest pê kir. Heta 25'ê Adarê wê gelemperiya Danîmarkayê çalakî bên lidarxistin. -
Newroz li Parma, Nantes, Înnsbrûck û Lûganoyê hat pîrozkirin
Cejna berxwedanê Newroz li bajarê Parma yê Îtalyayê, bajarê Nantes ê Fransayê, bajarê Înnsbrûck ê Awûstûryayê û bajarê Lûgano yê Swîsreyê hat pîrozkirin. -
Çalakiyên 'Kurdistan en Ûrûgûay' dest pê kirin
Li paytexta Ûrûgûay Montevîdeoyê, çalakiyên bi navê "Kurdistan en Ûrûgûay/Kurdistan li Ûrûgûayê ye" dest pê kirin. -
Bayik: Bi Kurdan re wê mirovahî bi ser bikeve
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik, bi dîmen peyamek ji pîrozbahiya duh a Newrozê ya li Frankfûrtê re şand. Bayik got, "Bi Kurdan re wê mirovahî bi ser bikeve." -
Ji polîtîkavana CDÛ ya Elman Klockner peyama Newrozê
CDÛ ya ku li Elmanyaya Federal partiya desthilat e, Cejna Newrozê ya Kurdên li Elmanyayê dijîn pîroz kir, diyar kir ku têkoşîna Kurdan a li dijî çeteyên redîkal bi heyranî temaşe dikin. -
Hevserokê HDP'ê yê Gurgumê Mehmet Eren hat girtin
Hevserokê HDP’ê yê Gurgumê Mehmet Eren jî di nav de 3 kesên çend roj berê hatibûn binçavkirin, hatin girtin. -
Artêşa Iraqê taxên Elkur û Tewafeya yên Mûsilê rizgar kir
Hêzên Iraqê taxa Elkur û Tewafeya yên dikevin navenda Mûsilê ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirin. -
Bi hezaran kesî li Parîsê Newroz pîroz kirin
Li ber avahiya Sarcelles berbajêr a girêdayî Paytexta Fransa Parîsê, Newroz bi şîara 'Bi teqez em ê serbikevîn' hate pîrozkirin. Bi hezaran kes tevlî pîrozbahiya Newrozê bûn. -
Li Newroza Frankfûrtê deh hezaran Amed silav kirin!
Li bajarê Elmanaya Frankfûrtê deh hezaran kesên tevlî pîrozbahiya Cejna Newrozê bûn. Hevserokê DBP'ê Kamûran Yuksek axivî û diyar kir ku wê di referandûma de Erdogan û AKP'ê di sindoqan de bifetisînin. -
Li Kurdistan û Tirkiyeyê xebatên ‘NA’ didomin
Li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê, ji bo referandûma diktatoriyê ku wê 16’ê Nîsanê bikeve dengdanê, xebatên ‘NA’yê bi belavî didome. -
Dengê Elewiyan TV 10 nayê bêdengkirin
Saziyên Elewiyan, bi daxwaza vekirina TV 10 ku bi biryarnameyên Rewşa Awarte re hatibû qepatkirin, cara 24'an li qada Galatasarayê çalakî lidar xistin. -
SYKP’yê li Berlînê standa ‘NA’ vekir
SYKP, li Berlînê xebatê referandumê didomîne. -
Wan wê bersiva referandûmê di Newrozê de bide
Rêxistinên HDP û DBP'ê yên Wanê, xebatên Newrozê bi hevdîtinên gel re didomîn. Berpirsên HDP û DBP'ê bi gel re civiyan û gel vedixwînin mîtînga Newrozê ya roja Sêşemê. -
Mûslîm: Serkeftin û serfirazî wê ya gelê Kurd be
Bi deh hezaran mirov tevlî pîrozbahiya Newrozê a li Frankfûrtê bûn. Di pîrozbahiyê de Hevserokê PYD'ê Salih Mûslîm axivî û diyarkir ku li rêxmê hemû êrîşan jî berxwedanek mezin heye û got: "Bila ti kes mereq neke; serkeftin û serfirazî ya me ye." -
HDP’ê ji hikûmetê re got: Kesên ji Sûriyeyê neke mijara şantajê
Ji ber ku hikûmet penaberan li hemberî Ewrûpayê dike “mijara bazarkirinê” HDP’ê bertek nîşan da. -
'Em rê nadin ku kujer xwe paqij û heq derbêxe'!
Dayikên Şemiyê, Hasan Ocak bibîr anîn. Li ser navê Malbata Ocak Masîde Ocak daxuyanî da û diyarkir ku wê destûr nedin ku kûjer bi şêweyekî paqij û heq xwe derbêxin. -
Kongreya Îslamê ya Demokratîk, banga Newrozê kir
Kongreya Îslamê ya Demokratîk bang kir ku, divê bi giyanê berxwedanê yê mazlûm û gelên bindest, beşdarî li Newrozê were kirin. -
Li Frankfûrtê meşa Newrozê dest pê kir
Li Frankfûrt a Elmanya bi hezaran kes ji bo Newrozê hatin cem hev û dest bi meşê kirin. -
Sariyildiz ê HDP’yî li Parlamentoya Swêdê ye
Faysal Sariyildiz ê HDP’yî li Parlamentoya Swêdê hin têkiliî danîn. Parlementerên ku Sariyildiz bi wan re rûniştî diyar kirin ku li dijî dîktatoriya Erdogan ew ê li pişt HDP’ê bin. -
Li Kopenhagê şehîdên Helepçe hatin bibîranîn
Kesên ku ji qirkirina Helepçe de jiyana xwe ji dest dan li Kopenhagê hatin bibîranîn -
KCD: Ji bo jiyana azad ber bi qadên Newrozê ve!
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) xwest ku ji bo jiyana azad qadên Newrozê tijî bibin û peyama “Em ê teqez bi ser bikevin” da. -
Taşdemîr: 16’ê Nîsanê em ê azadiyê diyarî bikin
Taşdemîr piştî rûniştina Konca a HDP’yî daxuyanî da û got, dadgeh bi dîrektîfa AKP’ê biryaran distînin û got, ‘’16’ê Nîsanê em ê ji vê sîstema zordar e bibêjin, ‘NA’ û azadiyê diyarî bikin’’. -
‘Li şûna kesên ku wê bibêjin ‘NA’ Sûriyeyî hatin danîn.
Malbata Akin ku ev 16 sal in li heman adrêsê dijîn, ji bo ku adrêsa wan hate jêbirin û li şûna wan Sûriyeyî hatin danîn di referandûmê de wê nikaribe dengê xwe bide. -
Operasyonên Newrozê didomin
Li gelek bajaran beriya Newrozê operasyonên qirkirina siyasî berdewam kirin. Li Riha û Aydinê gelek kes hatin binçavkirin, li Semsûr û Mereşê jî 8 kes hatin girtin. -
Riya ji rizgariya rejîma tirsê, rêxistinkirina ‘NA’yê ye
Karmendên ku bi Biryarnameyên Di Hukmê Qanûnan (BHQ) hatin îxrackirin, diyar kirin ku heke di referandûma 16’ê Nîsanê de ji sindoqan ‘Erê’ derkeve dê pêkutî û bêhiqûqî zêdetir bibe û bang kirin ku divê li hemberî rejîma ‘yek mirov’ em bibêjin ‘Na’.