Cîndî Tûncel ê ji Die Linke: Divê Ocalan bê berdan

Berdevkê têkiliyên navneteweyî yê koma Partiya Çep a Elman (Die Linke) ya li parlamenta eyaleta Bremenê Cîndî Tûncel bal kişand ser girîngiya biryara kongreya 12'emîn a PKK'ê û xwest, Rêber Apo azad bibe.

Cîndî Tûncel piştî biryarên kongreya 12'emîn a PKK'ê di 12'ê Gulanê de hatin ragihandin, daxuyaniyek da û bang li dewletên Tirkiye û Elmanyayê kir ku bi berpirsyarî rabin.

Li gorî daxuyaniya ku li malpera înternetê ya Die Linke hate weşandin Cîndî Tûncel têkildarî biryara fesixkirina Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) bal kişand ser pênaseya 'Mîsyona şikandina polîtîkaya asîmîlasyon û înkarê ya dehan salan' ku di biryarê de hate ragihandin.

Cîndî Tûncel got, "Biryara fesixkirinê encamek ji hewldana damezrînerê partiyê Abdullah Ocalan e."

PÊVAJOYA AŞTIYÊ BI YEK ALÎ BI SER NAKEVE

Cîndî Tûncel destnîşan kir ku piştî biryara Tevgera Azadiyê ya Kurd divê dewleta Tirk sozên xwe bi cih bîne û got, "Tevgera Kurd gaveke bi vî rengî avêt. Piştî bidawîkirina têkşoîna çekdarî em ê bibînin bê dewleta Tirk amade ye ku sozan bide yan na, ji ber ku aştî bi yek alî bi ser nakeve. Divê dawî li dûrxistina şaredaran û rêvebirina bi zorê ya herêmên Kurdan bê anîn û destûr ji Kurdan re bê dayin ku di nava şert û mercên wekhev de beşdar bibin: zimanê Kurd, nasnameya çandî û mafê temsîla li parlamentê tenê çend ji van e. Damezrînerê partiyê Abdullah Ocalan ku 26 sal in li hucreyê tê ragirtin û mehkûmên din ên siyasî divê bêne berdan."

DIVÊ ELMANYA DEST JI SERDEGIRTINA LI KOMELEYÊN KURDAN BERDE

Cîndî Tûncel anî ziman ku piştî biryarên kongreya 12'emîn a PKK'ê divê Elmanya jî bi berpirsyariyê rabe, bang lê kir ku dest ji zexta li ser komeleyên Kurdan berde û got, komele wê di pêvajoya aştiyê de bi roleke erênî rabin.