‘Li şûna kesên ku wê bibêjin ‘NA’ Sûriyeyî hatin danîn.

Malbata Akin ku ev 16 sal in li heman adrêsê dijîn, ji bo ku adrêsa wan hate jêbirin û li şûna wan Sûriyeyî hatin danîn di referandûmê de wê nikaribe dengê xwe bide.

Qeyda malbata Akin a ku ji 4 kesan pêk tê ku ev 16 sal in li adrêsa Izmîr, navçeya Konak, kuçeya 427, No: 95, D: 10 rûdinin hate jêbirin û li şûna wan Sûriyeyî hatin danîn. Malbatekê dema ji bo ku hîn bibe bê ka wê li kû dengê xwe bidin nerî şok bû. Li gel ku ev 16 sal in li heman cihî rûdinin û li gel ku ti daxwaza wan nebû jî ji adrêsa wan ji qeydê rakiribûn. Malbata Akin ku li şûna wan Sûriyeyî hatine danîn ku serî li midûrîyeta nifûsêbide û serî li muxtar bide jî, ji ber ku lîsteya hilbijartinê hatiye amadekirin nikare dengê xwe bide. Ahmet Akin diyar kir ku li taxê qeyda sê malbatên din jî hatiye jêbirin û li şûna wan malbatên Sûriyê hatine danîn.

 ‘BI ZANEBÛN MALBATÊN KU WÊ BIBÊJIN NA HATIN HILBARTIN’

Akin diyar kir ku bi zanebûn malbatên ku wê bibêjin ‘na’ ji qeydê hatine xistin û got, ‘’Ez dibêjim ev bi zanebûn hatiye kirin. 22’yê Sibatê daîreya me winda bûye. Muxtar dibêje şaşîtiyeke çêbûye. Herî pir li ber wê dikevim ku ez ê nikaribim deng bidim. Ev bûyer bi serê sê malbatan hatiye. Ez dibêjim ev bi zanebûn hatiye kirin.

Malbatên ku qeydên wan hatine jêbirin wê bigotana, Na.’’

 ‘LÎSTIKA DESTTHILATDARIYÊ YE’

Akin got qeyda wan ne bi şaşîtî lê bi zanebûn jêbirine û got, ‘’Ez dibêjim ev bi plan hatiye kirin. Bi taybetî jî jêbirina me ne tesadûf e. Muxtar baş dizane ku ev 16 sal in em li wê adrêsê ne. Ez nizanim çima qeyda me jêdibin lê ez dibêjim lîstika dewletê ye.’’