BI DÎMEN

Jinên Kobanê: Em soz didin Kaytan û Altûn em ê rêya wan bişopînin

Jinên ji bajarê Kobanê diyar kirin ku ew ê heta dawiyê rêya şehîdên xwe bişopînin.

Jinên Kobanê her du kadroyên pêşeng ên PKK’ê Fûat (Alî Haydar Kaytan) û Riza Altûn ên şehadeta wan di encama danezanê ya 12’emîn Kongreya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de hatin îlankirin,  bi bîr anîn. Jinên ji bajarê Kobanê têkildarî têkoşîna PKK’ê ji ajansa me ANF`ê re axivîn û soza şopandina rêya her du kadroyên pêşeng ên PKK’ê Fûat (Alî Haydar Kaytan) û Riza Altûn dan.

`PKK’Ê BI 6 LEHENGAN DEST PÊ KIR, NIHA JÎ BI MILYONAN E`

Dayîka bi navê Fatme Îsmaîl di destpêka axaftina xwe de  sersaxî ji Rêber Apo û malbatên her du pêşengan xwest û got: "Ez her du fermandarên pêşeng bî bîr tînim û bejna xwe li hemberî wan ditewînim. Em sersaxiyê ji Rêber Apo û malbata wan re dixwazin. Zêdeyî 50 salan beriya niha Rêber Apo dest bi avakirina tevgerê kir ku yek ji damezrîneran jî Alî Haydar Kaytan (Fûat) bû. Dema ku li gundê Fîsê cara ewil kongreya PKK’ê hate lidarxistin, 6 leheng bûn lê belê a niha  bûye bi milyonan. Îro rehên xwe li tevahiya dinyayê  belav kirine. Lewra ew ji bo me pêşeng in."

`ME MOHRA ZÊRÎN LI DÎROKÊ XIST Û ME ŞOREŞA XWE BI SER XIST`

Dayîka Fatme axaftina xwe wiha berdewam kir: "Pêvajoya niha em têde ne bi saya şehîdan pêk hatiye, êdî me xwe daye îspatkirin, ji her kesî re me gotiye ku êdî em hene ku ev yek jî bi saya fikra Rêber Apo û fikra şehîdan e. Îro li seranserê cîhanê em hêza herî xurt in. Me bi pêşengan dest pê kir, pêşengên weke Mazlûm, Xeyrî, Riza û Eliyan û em li vir in. Me mohra xwe bi tîpên zêrîn li dîrokê xist. Divê ew dewlet jî êdî li hemberî vê projeyê gavên hewce biavêje. Me bi saya şehîdan şoreşa xwe bi ser xist. Bijî Kurd û Kurdistan."

`EM SOZ DIDIN ŞEHÎDÊN XWE KU EM Ê RÊYA WAN BIŞOPÎN IN`

Rêvebera Navenda Piştgiriya Psîkolojîk a Kantona Firatê Xunav Bozan a xwişka sê şehîdan e diyar kir ku ev 52 sal in bê navber ji bo gelê Kurd têkoşin tê meşandin û got: "Ew pêşengên me bûn. Îro jî em li vir merasîma şehîdên xwe li dar dixin. Ev her du pêşengên me ji bo tevahiya gelên bindest têkoşiyan. Em jî soz didin şehîdên xwe ku em ê heta dawiyê xwedî li wan şehîdên xwe derkevin û em ê heta dawiyê rêya wan bişopîn in."