Artêşa Iraqê taxên Elkur û Tewafeya yên Mûsilê rizgar kir

Hêzên Iraqê taxa Elkur û Tewafeya yên dikevin navenda Mûsilê ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirin.

Operasyona rizgarkirina Mûsilê ji 17'ê Cotmeha sala 2016'an ve didome. Têkildarî operasyonê, Fermandarê Polîsên Federal ên Iraqê Şakir Cewdet îro daxuyaniyek nivîskî da, diyar kir ku leşkerên arşta Iraqê 2 taxên din ên Mûsilê rizgar kirine.

Di daxuyaniya Fermandarê Polîsên Federal ên Iraqê Şakir Cewdet de wiha tê gotin: "Yekîneyên Polîsên Federal û Hêzên Bersivdayîna Lezgîn karîn ji bo sivîlan kordîneyekê vekin. Herwiha li navenda Mûsilê jî 8 kes ji ber alîkariya bi çeteyên DAIŞ'ê re dikirin jî hatin girtin.

Hêzên me taxa Elkur û Tewafeya yên dikevin navenda Mûsilê rizgar kirin. Di êrîşên pêk hatîn de herî kêm 25 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin. 3 jê xwekuj bûn. Hêzên me minareya Hedba û Mizgefta El Nurî ya ku têde dewlata bi navê xelefa Îslamî hate ragihandin dorpêçkirine."