ROJANE
Hemû Nûçe
-
Li Lozanê Newroza em ê NA’yê bi ser bixin
Li Lozan a Swîsreyê Newroz bi dirûşma ‘’Em ê Na’yê bi ser bixin’’ hate pîrozkirin. -
HDK-Fransayê ji bo beşdarbûna xurt a li Newrozê bang kir
HDK-Fransayê ji bo beşdariyeke xurt a li Newroza ku wê îro li Parîsê were pîroz kirin, bang kir. -
Li Stockholmê êrîşên AKP-PDK’ê li ber parlamentoyê hatin şermezarkirin
Êrîşên çeteyên AKP-PDK’ê yên bi ser Şengal û Minbicê de li Stockholmê, li meydana Mynntorget a li ber parlamentoyê hatin şermezarkirin. -
JI MOP’ê mesaja Newrozê
MOP’ê Newroz pîroz kir û got’’Em bang li gelê xwe, gelan, demokrasîxwazan dikin ku li dijî destûra faşîst, dîktaya yek zilamî û polîtîkaên qirkirinê, di referandûma Tirkiyê de bibêjin, ‘NA’. -
Buldan: Kes nikare peşî li coşa Newrozê bigire
Wekîla HDP’ê Pervîn Buldan li dijî biryara qedexekirina Newroza Stenbolê got, ‘’kesek nikare peşî li coşa Newrozê bigire’’ -
Piştî mişextîkirina girtîgehê berxwedan hê meztir bû
5 girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê ku ji bo zextên li girtîgehan û binpêkirinên mafan şermezar bikin ketibûn girêva birçîbûnê mişextî girtîgehên din kirin. -
Li Parîs û Kolnê xebatên NA
Li paytexta Fransa Parîsê endamên platforma ‘NA’ yê li gel erebane û trampetan xebatan dike, li bajarê Koln ê Elmanyayê jî standên ‘NA’ tên vedan. -
Cenazeyê Endamê Saziya Kurdistanê Riza Kotîkyan hate veşartin
Cenazeyê Endamê Komîteya Saziya Kurdistan a Êrîvan a Ermenîstanê Riza Kotîkyan, ê ku 14’ê mehê di encama derbaskirina kirîza dil de, jiyana xwe ji dest dabû li Goristana Gundê Rêya Taze hate veşartin. -
KNK'ê, peyama sersaxiyê ji bo malbata Newşîrwan da
Hevserokên KNK’ê Nîlûfer Koç û Rebwar Reşîd ji ber wefata hevjîna Serokê Giştî yê Tevgera Goran Newşîrwan Mistefa, Şûle Elî ya îro li Silêmaniyê jiyana xwe ji dest dabû, peyamekî ya sersaxiyê weşand. -
Ji bo Dersimê sewqiyata leşkerî
Nêzî 30 wesayîtên zirxî sewqî Fermandariya Herêmê ya li Taxa Gazik A girêdayî navenda Dersimê hatin kirin. -
Li Swîsrê aktivîteya AKP’ê hate betalkirin
Rêveberiya Kantona Swîsreyê, rê nade polîtîkayên faşîst yê AKP û MHP’yîyan. Polîsên Kantona Basel, bernameya ku Federasyona Komaleya Çanda Îslamî ya Tirk ên Swîsreyê dixwastin li bajarê Baselê lidar bixe, betel kir. -
Topbaş ê AKP’yî jî wê were girtin?
Şaredarê Şaredariya Mezin a Stenbolê Topbaş ji bo Stenbolê ‘xweserî’ xwest. -
Suleyman Soylû li Şirnexê rastî rêveberiya xweser hat!
Mitînga Wezîrê Karê Hundir ê AKP'yî Suleyman Soylû li Şirnexê bi fiyaskoyekê dawî lê hat. -
Ji rewşenbîr, akademîsyen û sendîkavanan danezana ‘NA’
178 rewşenbîr, akademîsyen û sedîkavan danezana ‘NA’ weşandin. -
Swîsreyê daxwaza Erdogan red kir
Odeya Edaletê ya Federal a Swîsreyê daxwaza Serokkomarê Tirk Erdogan a ji bo kesên ku li dijî wî axaftin kirine, ji aliyê Swîsreyê ve bêne darizandin red kir. -
Haşd-î Turkmenî: Em ê miemeleya DAIŞ’ê bi artêşa Tirk bikin
Berdevkê hêza Haşd-î Turkmenî ku li eyaleta Nînova a Iraqê li dijî çeteyên DAIŞ’ê di nav operasyonan de ne, diyar kir ku artêşa Tirk li Iraqê dagirker e. -
Stenbol wê qedexeya Newrozê nas neke
Komîteya Amadekar a Newroza Stenbolê li dijî walitiya ku dixwaze pîrozbahiya Newrozê asteng bike helwest nîşan da û got, ‘’Eger destûr ê nedin pîrozkirina li navçeyan tiştekî ku em bikin nîn e. Gel wê însiyatîva xwe bi kar bîne." -
Banga KOMAWÊ ya ji bo beşdarbûna li pîrozbahiyên Newrozê
KOMAWÊ bang kir ku bi giyanê berxwedanê beşdarî li pîrozbahiyên Newrozê çêbibe. -
Newroz li St. Gallenê hat pîrozkirin
Kurdan li bajarê St. Gallen ê Swîsreyê Newroz pîroz kirin. Ji bo referandûma 16'ê Nîsanê jî peyama 'NA' hat dayîn. -
Sûriye: Me balafira şer a Îsraîlê xist xwarê
Serokatiya Fermandariya Giştî ya Sûriyeyê ragihand, wan îro li nêzî bajarê Palmîrayê jeteke Îsraîlê anîne xwarê. -
16 girtiyên din tevlî greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger bûn
Greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger a li Girtîgeha Edîrneyê, di roja 23. de ye. 16 girtiyên din tevlî çalakiyê bûn. -
Greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger di roja 30. de ye
Greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a ku li Girtîgeha Şakranê hatibû dest pê kirin, kete roja 30’emîn. Mesut Kaya yê ku birayê çalakvanê greva birçîbûnê Necdet Kaya ye, ragihand ku wê çalakvan heta dawiyê çalakiya xwe bidomînin. -
MŞD'ê ji bo meşa dirêj banga tevlîbûnê li Êzidiyan kir
MŞD'ê ragihand, ew ê cihê xwe di nava meşa dirêj a 20'ê Adarê ji Dusseldorfê heta Brukselê bibe û bang li civaka Êzidî kir, ku tevlî bibe. -
Ok: Newroz wê weke rojek hesab xwestinê bê pîrozkirin
Ok destnîşan kir, ku Newroza îsal wê asta têkoşînê diyar bike û got, "Ez bawerim gelê me wê bi vê zanebûnê, vê roja rûmetê bi ruhekî bilind pîroz bike. Bi serhildanê wê hesab ji dewleta dagirker bixwaze." -
Li Kolnê şehîdên Helebce, Qamişlo û Gaziyê hatin bibîranîn
Li bajarê Koln ê Elmanyayê bi bîranînekê kesên ku di qirkirina 16’ê Adara 1988’an li Helebce, 12’ê Adara 2014’an li Qamilşlo û 12’ê Adara 1995’an li Gaziyê jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn.