BI DÎMEN

Bayik: Bi Kurdan re wê mirovahî bi ser bikeve

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik, bi dîmen peyamek ji pîrozbahiya duh a Newrozê ya li Frankfûrtê re şand. Bayik got, "Bi Kurdan re wê mirovahî bi ser bikeve."

Peyama Bayik bi vî rengî ye:

"Newroz çandek e. Eger çanda Newrozê ji holê rabûya, îro Kurd jî li holê nedibûn. PKK'ê bi Newrozê re têkoşîn mezin kir, Kurd mezin kir. Bi mezinkirina Kurdan re Newroz bêhtir watedar kir. Ev her du anî gel hev û kir ku hevdu temam bikin.

Weke ku tê zanîn, PKK'ê bi têkoşîna xwe re gelek nirxên dîrokî bi dest xist û rê li ber gelek pêşketinên dîrokî vekir. Ji ber vê yekê, ruhê berxwedanê yê Newrozê ji nû ve dafirîne û mezin dike. Li ser vî esasî, di nava Kurdan de ruhekî nû yê berxwedêrî û azadîparêziyê derxist holê. Eger PKK'ê ev ruhê berxwedanê nafiranda, têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd bi vî rengî bi pêş nediket û mezin nedibû. Bi mezinkirina têkoşîna gel re Newroz mezin kir, bi mezinkirina Newrozê re têkoşîna gel geş kir. Çanda berxwedanê û rastiya gel a berxwedêr bi vî rengî derket holê.

Dema ku PKK ava bû û dest bi têkoşînê kir, ji nû ve zindîkirina ruhê Newrozê û bi vê yekê re geşkirina têkoşînê danî pêşiya xwe. Li ser vê bingehê gelê Kurd perwerde kir, bi pêş xist û bi ruhê berxwedanê yê Newrozê gelê Kurd rakir serhildanê. Bêguman ev yek dihat wê wateyê ku çeka herî mezin da destê Kurdan.

Mazlûm Dogan, ji bo ruhê berxwedanê yê Newrozê geştir bike, li zîndana Amedê di darbeya 12'ê Îlonê bi çalakiyekê protesto kir. Piştî wê çalakiyê têkoşîneke mezin hat dayîn. Şehadetên mezin rû dan. Ev hemû bûn şehîdên Newrozê. Vê jî ruh û çanda berxwedanê ya Newrozê mezintir kir. Dûre gel rabû serhildanê. Serhildanan jî bi xwe re destketiyên mezin anî. Rastiya gel a berxwedêr, rastiya gel a ku di nava her şert û mercî de ji bo azadî û demokrasiyê têdikoşe, bi van serhildanan derket holê. Vê yekê li Kurdistanê guhertinên mezin û dîrokî afirand. Rastiya gel a li ber dagirkerî û her şêwe zilmê radibe, afirand. Ji ber ku gelê Kurd bi serhildanan destketiyên mezin afirand, serî natewîne. Lewma gelê Kurd xwe gihand asta gelê Newrozê. Çanda berxwedanê veguherî çanda esasî ya gelê Kurd. Niha jî bi rêya vê çandê destketiyên xwe gav bi gav mezin dike. Hêza kesî têrê nake, ku çanda bi ruhê vejînê yê Newrozê hatiye afirandin ji holê rake. Dewleta Tirk a dagirker faşîst bi çi rengî êrîş dike bila bike, êdî nikare vê çanda berxwedanê ya Kurdan ji holê rake. Ji ber ku gelê Kurd êdî ev çand pejirandiye. Bi vê yekê re xwe nû dike, xwe xurt dike.

Ev çanda berxwedanê xwe dispêre dîrokê. PKK'ê li ser vê bingeha dîrokî çanda berxwedanê mezin kir û xwe gihand roja îro. Lewma kes nikare çanda xwe dispêre vê bingeha dîrokî ji holê rake. Her ku dewleta Tirk a dagirker faşîst hewl bide vê çandê tasfiye bike, ev çand wê xwe mezintir bike. Dîroka têkoşînê ya PKK'ê ev yek bi dehan caran îspat kiriye. Ji ber vê yekê, wê ji niha û pê ve jî xwe mezin bike û bi pêş bikeve. Bi vê çandê li gelek bajar û bajarokên Kurdistanê berxwedanên dîrokî hatin dayîn. Têkoşîna azadî û demokrasiyê di vê oxirê de berdêlên mezin da. Lê carekê jî li pêşberî dîktatoriya faşîst gavek bi şûnde navêt. Ez bawerim, cihên ku ev berxwedanên mezin nîşan dan, wê ji niha û pê ve jî bidomînin.

Weke ku tê zanîn, dewleta Tirk a dagirker faşîst, ev du sal in bi hemû derfetên xwe ji bo şikandina hêza berxwedanê ya gelê me êrîşê dike, qirkirina fîzîkî û siyasî dike. Ji bo vê jî hemû derfetên xwe bi kar tîne. Gelê me jî li dijî vê siyaeta înkar, tinekirin û qirkirinê, bi xurtî li ber xwe dide. Bi vê yekê re ji hemû gelên ji bo azadî û demokrasiyê têdikoşin re dibe mînak. Gelê me bi têkoşîna xwe, wê vîna dewleta Tirk a faşîst bişikîne, bitevizîne. Êrîşên ku hêzên dagirker li dijî gelê me dikin, wê berevajî bibin. Ev ê rê li ber serketinên mezin veke. Dibe ku bi vê têkoşînê re êşên gelekî mezin tên kişandin, berdêlên giran tên dayîn. Lê belê encamên gelekî mezin jî derdikevin holê.

Mehmet Tûnç li Cizîrê got, 'Me li pêşberî we serê xwe netewand û em ê ti carî netewînin. Bila gelê me bi me serbilind be'. Rastiya gelê Kurd ew rastî ye ku Mehmet Tûnç anî ser ziman. Lewma gelê me îro destanan dinivîsîne. Gelê me wê li hemû parçeyan bi ruhê berxwedanê yê Newrozê, bi ruhê azadiyê yê Rêber Apo, têkoşîna demokrasî û azadiyê mezin bike, bi ser bikeve û her kesî bi ser bixîne. Bi Kurdan re wê mirovahî bi ser bikeve.

Ruhê Newrozê ruhê neteweya demokratîk, ruhê biratiya gelan, ruhê jiyana bi hev re û ruhê berpirsyariya li pêşberî hev e. Gelê Kurd ê xwe bi vî ruhî perwerde kiriye, ne tenê ji bo xwe têkoşîna azadî û demokrasiyê dimeşîne. Ji bo gelên Rojhilata Navîn û mirovahiya têdikoşe. Pêşengiyê ji vê têkoşînê re dike. Ji bo vê jî berdêlên gelekî mezin dide."