'Em rê nadin ku kujer xwe paqij û heq derbêxe'!

Dayikên Şemiyê, Hasan Ocak bibîr anîn. Li ser navê Malbata Ocak Masîde Ocak daxuyanî da û diyarkir ku wê destûr nedin ku kûjer bi şêweyekî paqij û heq xwe derbêxin.

Dayikên Şemiyê di çalakiya vê hefteyê de Hasan Ocak ê di 21'ê Adara 1995'an de di bin çavan de hat qetilkirin bibîr anîn. Dayika Ocak, Emîne Ocak ê demeke dirêj e nikare tevlî çalakiyê bibe û îro hat, ji bo hemû kesan edalet xwest.

Dayikên Şemiyê vê hefteyê li Qada Galatasarayê çalakiya xwe ya 625'emîn li dar xistin. Di çalakiya vê hefteyê de jî pankarta "Kiryar diyar in, winda li kû ne" hate vekirin, qurnefîl û wêneyên kesên ku di bin çavan de hatine windakirin an jî qetilkirin danîn ser pankartê.

Parlamenterê CHP'ê Sezgîn Tanrikûlû jî beşdarî çalakiya di bin dorpêça polîsan de pêk hat bû. Di çalakiyê de hat xwestin ku Serokê ÎHD'ê yê Amedê Racî Bîlîcî yê hatiye binçavkirin bê berdan.

Di çalakiya vê hefteyê de Dayikên Şemiyê bal kişandin li ser Hasan Ocak ê ku di 21'ê Adara 1995'an de hate binçavkirin û piştî 58 rojan cenazeyê wî li derûdora gundê Dedeler a Beykozê hat dîtin û ev 22 sal in encemak nehatiye girtin.

PIŞTÎ DEMEKE DIRÊJ DAYIKA OCAK LI QADÊ YE

Li Qada Galatasarayê ku lêgerîna edaletê bi nijşên sêyemîn berdewam dike dayika Hasan Ocak, Emîne Ocak a ku demeke dirêj e ji ber rewşa xwe ya tenduristiyê nedikarî beşdar bibe jî beşdar bû, Hanim Tosun û Îkbal Eren jî li qadê bûn.

DAYIK OCAK EDALETÊ DIXWAZE

Di çalakiyê de Dayika Ocak, Emîne Ocak a 81 salî ewil axivî û diyar kir ku 22 sal in ne tenê ji bo kurê xwe ji bo hemû windayan li qadê ye û axaftina xwe bi gotina "ez edalet dixwazim" bi dawî kir.

'LI QADÊ XWEBIRATIYA RAPÊRÎNÊ PÊK HAT'

Birayê Ridvan Karakoç ê ku heman demê hate windakirin, Hasan Karakoç jî piştre axivî û diyar kir ku 22 sal in li Qada Galatasarê ji xwe re kirine war. Karakoç diyar kir ku piştî lêgerîna bi israr Ocak dîtine lê kujer nedîtine. Karakoç destnîşan kir ku ew ê dev ji têkoşîna xwe bernedin û li qadê "xwebiratiya raperînê" pêk hatiye, xwebiratiya zalim û mazluman ji hev cuda ye. Karakoç wiha got: "Ew xwebiratiya zilmê, em xwebiratiya aştiyê temsîl dikin."

'GALATASARAY WARÊ ME YE'

Birayê Hasan Ocak, Huseyîn Ocak jî bi pîrozkirina Newrozê dest bi axaftina xwe kir û got ku di 22 salan de bi sedan dozgeran li dosyaya Ocak mêzekirine û hemûyan ji bo li ser dosyayê bê girtin hewl dane, wekî ku tiştekî wisa tuneye tevgeriyane. Ocak diyar kir ku Dozgerê Beykozê gotina "Ez difikirim ku polîs nikarin mirovan bikujin" ji wan re bi kar aniye û ji ber vê yekê jî ji bo dosyayê biryara neşopandinê daye. Ocak da zanîn ku di nava demê de ligel ku delîl û şahid derketine holê jî dosya nehatiye berfirehkirin, ew ê ligel hemû tiştan dev ji lêgerîna xwe bernedin. Ocak got ku dayika wî berê ji wan re gotina "Heta ku hemû winda bên dîtin Qada Galatasarayê cihê gora me ye" bi kar aniye û diyar kir ku ew di heman fikrê de ne.

NAYÊ ZANÎN wê ÇI BIBE

Parêzer Gulseren Yolerî ku derbarê dosyaya Ocak de agahî dan, diyar kir ku ji roja lêpirsîn hatiye destpêkirin heta niha bersûcan dizanin lê dixwazin li ser sûc de bigirin. Yolerî, da zanîn ku di encama îtîraza wan a ji bo biryara bêşopandinê 7’emîn Dadgeha Cezayê Sulhê ya Anadoluyê got “Li şûna doz bê vekirin, venekirina dozê li dijî hiqûqê ye. Divê dozger tiştên kêm temam bike û doz veke” lê ew nizanin wê çi çêbibe.

'EM DESTÛR NADIN KU RASTIYAN VEŞÊRIN’

Piştre xwişka Ocak Masîde Ocak mafê axaftinê girt û wiha got: “Di her Newrozê de em li benda mizgîniyekê ne. Bi meşaleya Kawa ya ku tarîtî ji holê rakiriye. Di destê me de wêneyê te li kolanan bi hewldana ji bîrnekirinê destjêneberdan û qêrîna xwe li benda agahiyê ne. Em ê destûr ne nedin ku rastiyan veşêrin û kujeran biparêzin. Em di 22’yemîn salvegera te de te bi bêrîkirin û hezkirin bibîrtînin. Tu her tim ligel me yî û em jî hertim ligel te ne.”

Daxuyaniya vê hefteyê jî ji aliyê rojnameger Îsmînaz Temel a ku çalakiya Dayîkên Şemiyê dişopîne ve hat xwendin. Temel bal kişand ser dîroka çalakiyê û wiha pêede çû: “Dada bêalî şerta herî mezin a dewleta hiqûqê ye. Li cihê ku azadî û mafê dadê lê tune be kesek nikare behsa dewleta hiqûqê bike. Ligel hemû astnegiyên dewletê jî di encama lêgerîna 58 rojan de laşe Hasan ê ku rastî îşkenceya giran hatiye di 26’ê Adara 1995’an de li daristana gundê Buzhane ya Beykozê hat dîtin. Dema malbat li her cihî li wî digeriyan laşe wî yê bêcan di hemû meqamên resmî re derbas bûn; derket holê ku bi veşartî li Goristana Bêkesan a Altinşehîrê wekî ‘kesê ne diya’ hatiye definkirin. Hemû hewldanên hiqûqê bê encm man.”

‘EM DEST JÊ NABERDIN’

Temel, ku geşedanên di dosyaya Ocak de rêzkirin wiha axivî: “Delîlên ku nîşan dide ku Hasan Ocak ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye binçavkirin û di bin kontrola wan de hatiye qetilkirin hene. Lêpirsîn wê nîşan bike ku bûyer çawa pêk hatiye; divê ji bo berpisryaran diyar bibin û bên cezakirin baş bê birêvebirin.”