Çalakiyên 'Kurdistan en Ûrûgûay' dest pê kirin
Li paytexta Ûrûgûay Montevîdeoyê, çalakiyên bi navê "Kurdistan en Ûrûgûay/Kurdistan li Ûrûgûayê ye" dest pê kirin.
Li paytexta Ûrûgûay Montevîdeoyê, çalakiyên bi navê "Kurdistan en Ûrûgûay/Kurdistan li Ûrûgûayê ye" dest pê kirin.
Çalakiyên "Kurdistan li Ûrûgûayê ye", di êvara 15'ê Adarê de li Muzeya Koçberiyê ya MUMI/Montevîdeoyê, bi pêşangeha wêneyan a bi ser navê "Jin û Azadî" dest pê kir.
Di merasîma vekirinê de Senatorê Komarparêz ê Ûrûgûayê Marcos Carambûla, Parlamentera Parlamenta Ûrûgûayê û ParlaSûr Lîlîan Galan, Dîrektorê Muzeyan, Çand û Zanistê ya Şaredariya Montevîdeo Jûan Canessa û Dîrektora Çandê ya Şaredariya Montevîdeo Marîana Petkovîc, nûnerên KoMîteya Piştgiriya bi Kurdistanê re, Komîteya Piştgiriya bi Fîlîstînê re, Enstîtuya Mafên Mirovan, Komîsyona Jinê ya PIT-CNT, ku rêxistina sîwanî ya sendîkayên li Ûrûgûayê ye û gelek rayedar amade bûn.
Dîrektora MUMI Îrene Cabrera, Nûnera Tevgera Jinên Kurd Melîke Yaşar, Dîrektorê Muzeyan Jûan Canessa, Paralmenter Lîlîan Galan û kuratorê pêşangehê Javîer Etchemendî axivîn.
Li ser navê Muzeya Koçberiyê ya MUMI/Montvîdeo Îrene Cabrera peyivî û anî ziman, ku ev salek e ew amadekariyê ji van çalakiyan re dike. Cabrera diyar kir, di dema amadekariyê de wê derfet dîtiye ku dîrok, çand û têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê ji nêz ve nas bike û got, "Bi taybetî ji bo naskirina jinên Kurd em vê çalakiyê dikin. Hêvîdar im ev pêşangeh wê me hemûyan nêzî dîrok, çand û têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd bike."
YAŞAR: DI ŞEXSÊ JINAN DE TÊKOŞÎNEK TÊ MEŞANDIN
Li ser navê Tevgera Jinên Kurd a ku çalakiyan organîze dike Nûnera Latîn Amerîkayê Melîke Yaşar axivî û bibîr xist, ku gelê Kurd li cîhanê bi rengekî fermî nayê naskirin û destnîşan kir, li Ûrûgûayê di asta fermî de naskirina vî gelî û bi desteka saziyên fermî re lidarxistina vê organîzasyonê, piştgiriya herî mezin e.
Yaşar anî ziman, bi pêşangehan re ew dixwazin têkoşîna gelê Kurd bidin naskirin.
Kuratorê çalakiyên "Kurdistan li Ûrûgûayê ye Javîer Etchemendî jî da xuyakirin, ku karê bi Kurdan re ji bo wan cihê serbilindiyê ye.
Etchemendî diyar kir, bi taybetî dîroka Newrozê, wateya Newrozê û agir ji bo Kurdan gelekî bandor lê kirine û li ser beşa 'Azadî' ya pêşangehê wiha axivî: "Beşa Azadî-Berdêlên Azadî, ku ji şehîd, şervan, dayikên şemî û aştiyê yên azadiya gelekî pêk tê, gelekî bandor li min kir."
CANESSA: JINÊN KURD PÊŞENGIYÊ JI TÊKOŞÎNA AZADIyÊ RE DIKIN
Dîrektorê Muzeyan, Çand û Zanistê ya Şaredariya Montevîdeo Jûan Canessa jî ragihand, bi vê pêşengê re ew dixwazin têkiliyek ji dil bafirînin û got, "Ez spasiya Komîteya Piştgiriya bi Kurdistanê û Tevgera Jinên Kurd dikim, ji ber ku tevgera Kurd û çanda Kurd bi me da naskirin. Der barê gelê Kurd de zêde agahiya me nebû."
Canessa di dewama axaftina xwe de girîngiya meha Adarê ji bo gelê Kurd nirxand.
Parlamentera Parlamenta Ûrûgûayê û ParlaSûr Lîlîan Galan jî wiha axivî: "Li ser navê Parlamenta Ûrûgûayê, min û senator Marcos Casambûla, tevlîbûna vê çalakiyê weke berpirsyariyê dîtin, lewma em li vir in. Ji bo me wezîfeyeke ku gotinên Tevgera Jinên Kurd bigihînin Parlamenta Ûrûgûayê û ParlaSûrê. Em spasiya Tevgera Kurd dikin ji ber ku bi perspektîfeke nû ev têkoşîn xurtir kir. Dema ku qala têkoşîna xwe dikin, rê nîşanî me jî didin. Bi taybetî piştî 8'ê Adarê me baştir dît, azadiya gelê me bi azadiya jinê dibe."
Çalakî wê heta dawiya Nîsanê bidome.