Wan wê bersiva referandûmê di Newrozê de bide

Rêxistinên HDP û DBP'ê yên Wanê, xebatên Newrozê bi hevdîtinên gel re didomîn. Berpirsên HDP û DBP'ê bi gel re civiyan û gel vedixwînin mîtînga Newrozê ya roja Sêşemê.

Cigirê Hevserokatiya HDP'ê Nadir Yildirim, Rêveberên HDP û DBP'ê yên bajêr, Parlamenterên HDP'ê yê Wanê Lezgîn Botan, Bedia Ozgokçe Ertan di çarçoveya xebatên referandûmê de çûn Pazara Rus, Navenda Rojhilat, Bazara Gel a Giştî, Bazara Gel a Tuşba, Taxa Seyît Fehîm Arvasi, Bazara Taxê, AVM ya Wanê û esnafên navenda bajêr serdan kirin û ji bo dengê NA piştgirî xwestin.

Li Wanê dibin pêşengtiya DBP, HDP, DTK û KJA de ku bi şîara 'Bi teqez em ê serbikevin' Newroz wê bê pîrozkirin û ji bo tevlîbûna Newrozê jî belavok hatin belavkirin. Rêveberên HDP û DBP’ yên bajêr û gelek ciwanan belavok li kolan, cahde û taxan belavkirin û gel vexwandin pîrozbahiya Newrozê. Li navenda bajêr jî wesayîta bangkirinê bi sitranên Newrozê geriya û gel vexwand pirozbahiya Newrozê.

DIKANDAR HATIN VEXWENDIN

Li navenda bajêr Parlamentera HDP'ê a Wanê BedÎa Ozgokçe Ertan bi komekê re belavok belavkir. Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Lezgîn Botan û rêveberên din serdana dikandarên li Rêya Armûşê kirin. Botan û koma li gel serdana qada herî qelebalix a bajêr Pazara Rus kirin û rastî eleqeyek mezin a dikandaran hatin.

'DI NEWROZÊ DE, WÊ BERSIVA REFERANDÛMA AKP'Ê WERE DAYÎN'

Di çarçoveya bernameya xwe de Botan û koma li gel serdana çayxaneyekê kirin, bi vexwarina çayê bi gel re gotûbêj kirin. Botan li vir axivî û got: "Pîrozkirina Newrozê, wê bibe bersivek ji bo referandûma AKP'ê. Em gelê Wanê nas dikin, ji zilmê re bejna xwe na tewîn in û bi hemû rengê xwe wê li qada Newrozê bibn. Her sal bi tevlîbûna sedhezaran kesî Newroz tê pîrozkirin û îsal jî wê heman şêweyî berdewam be. Ev Newroz ji bo Kurdan wateyek ya xweya dîrokî heye. Gelê me vê giringiyê dizane û wê li gorî wê tevger dike."