Sariyildiz ê HDP’yî li Parlamentoya Swêdê ye

Faysal Sariyildiz ê HDP’yî li Parlamentoya Swêdê hin têkiliî danîn. Parlementerên ku Sariyildiz bi wan re rûniştî diyar kirin ku li dijî dîktatoriya Erdogan ew ê li pişt HDP’ê bin.

Wekîlê HDP’ê Faysal Sariyildiz ji bo pîrozkirina Newrozê hate Swêdê, seriyek da parlamentoya Swêd û bi nûnerên partiyên siyasî re rûnişt.

Sariyildiz di hevdîtina de bi nûnerên siyasî re ser rewşa komkujiyên Sûr, Cizîr, Şirnexê ku par AKP’ê pêk anîn, têkildarî referandûmê û giringiya wê ya ji bo Kurdan û Tirkiyê axivî, nûnerên partiyên siyasî jî giyar kirin ku ew li dijî destûra nû ne ku rê li ber dîktatoriyê vedike û ew ê hevgirtina xwe bi HDP’ê re xurt bikin.

Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Swêdê Hamît Bîçen, hevserokên Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Stockholmê Cenan Karaer û Kurdê Kasirga jî di hevdîtinan de amade bûn.

Wekîlê Partiya Çepgir a Swêdê û Endamê Komîsyona YE Jens Holm şande pêşwazî kir. Holm diyar kir ku ew kêfxweş in Sariyildiz û şandeya pê re pêşwazî dikin.

LI PARLAMENTOYA SWÊDÊ 8 PARTÎ ERDOGAN ŞERMEZAR KIRIN

Holm di hevdîtinê de axivî û got: ‘’8 partiyên li parlamentoya Swêde zextên ku Erdogan dike şermezar dikin. Me 8 partiyan gritina wekîlên HDP’ê, girtinan nûçegihanan, binpêkirina derbirînê û azadiya çapemeniyê, mafê mirovan şermezar kir. Ji bilî vê Hikûmeta Swêdê jî şermezar kir. Lê dema ku mijar dibe kirinên li dijî Erdogan û dewleta Tirk hikûmet û Yekîtiya Ewropa bêdend dibe.’’

Sariyildiz di axaftina xwe de diyar kir kul i Rojhilata Navîn û Tirkiyê geşedanên dîrokî çêdibin, faşîzm xurt dibe, hevgirtina netewî û desteka Partiya Çepgi di vê serdemê de pir girîng e û têkildarî komkujiyên dewleta Tirk ên li Şirnex, Cizîrê, Nisêbînê û deverên din bi kitekitî agahî dan.

Şande piştre bi Wekîlê Partiya Karker a Sosyal Demokrat, Endamê Komîsyona Karê Derve yê Parlamentoyê Anders Osterberg re rûnişt. Osterberg diyar kir ku wan binpêkirinên li Tirkiyê du caran aniye rojeva parlamentoyê û herî dawî bi hevpîşeyê xwe Lawen Redar re du caran li medyaya Swêd gotar nivîsîne.