BI DÎMEN

Li Newroza Frankfûrtê deh hezaran Amed silav kirin!

Li bajarê Elmanaya Frankfûrtê deh hezaran kesên tevlî pîrozbahiya Cejna Newrozê bûn. Hevserokê DBP'ê Kamûran Yuksek axivî û diyar kir ku wê di referandûma de Erdogan û AKP'ê di sindoqan de bifetisînin.

Bi hezaran Kurdistaniyên ku li Elmanyayê dijîn, ji bo pîrozkirina Cejna Newrozê li bajarê Frankfûrtê li hev civiyan. Pirozbahiya Newrozê ku ji aliyê Rêxistina Kurdan a herî mezin a Elmanyayê NAV-DEM'ê ve hate organîzekirin, êrîşên li ser Şengalê, tekoşîna dijî dîktatoriya Erdogan û qedexeyên Elmanyayê mohra xwe lê xist.

Asûrî-Suryanî, Tevgerên Çepên Tirkiyeyê, Saziyên Elewiyan û Tevgerên Çepên Elmanayayê tevlî pîrozbahiyê bûn û banga piştgiriyê hat dayîn.

'JINÊN KURD LI DIJÎ ÊRÎŞAN, DI NAVA BERXWEDANÊ DE NE'

Li ser navê Tevgera Jinên Azad li Ewropa û Yekitiya Jinên Kurdistanê li Elmanya, Mûnevver Azîzoglû-Bazan axaftin kir û diyar kir ku bi rûhê 8'ê Adarê pêşwaziya Newrozê dikin û wiha got: "Di rojên ku em di nav der derbas dibin, pêdivî bi serhildan û berxwedanê heye. Weke 8'ê Adar û Newroz ku bûne sembol di van rojan de. Di van rojan de wek Dehaqan bi her şêweyî êrîş li ser gelê me tê kirin û rûyê xwe yê hov didin nîşandan. Hêrî zêde êrîşi jin û zarokan tê kirin. Li dijî van êrîşan, Tevgera Jin a Kurd li her cihî di nava berxwedanekî mezin dene, tekoşîna azadiyê didin."

Azîzoglû-Bazan bal kişand ser tekoşîna azadiya Kurd û girîngiya meha Adarê û wiha domand: "Ev meh ji bo gelê me tê wateya berxwedanê. Kawa, Mazlûm Dogan, Zekiye Alkan, Rahşan Demîrel, Ronahî, Bêrîvan û Sema Yuce agir berdan bedana xwe û meşaleya berxwedanê bilindkirin. Ev meşale îro jî dijî AKP û DAIŞ'ê li her derî didome. Pêşengê vê ji Jinên Kurdin."

Peyama ku li ser navê Ciwanên Azad jî hat xwendin û di peyamê de bal tê kişandin li ser berxwedan û serhildana Newrozê. Her wiha bang li ciwanan hat kirin ku bi rûhê Çiyager tekoşînê bikin.

KAMURAN YUKSEK: EM ERDOGAN TÊXIN SANDOQÊ

Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bal kişand li ser êrîşên AKP’ê û dewleta Tirk û wiha anî ziman: “Bajarê me hatin xirakirin bi hezaran rêhevalên me avîtin girtîgehan. Rexmê vê jî hemû cîhan dibîne em li ser piyan in û têkoşîna xwe didomînin. Rexmê mirin, girtin û her cure êrîşan me çong dane. Em ê bi şîara ‘An Azadî, An Azadî’ ev gel yê bi teqez bigîhîje azadiya xwe. Ev sal hemû Kurd bi Rojava re wê bigîhîjin azadiya xwe. Di heman demê de wê bibe sala têkçûna faşîzma AKP ya 16’ê Nîsanê.”

Yuksek diyar kir kul i dijî sîstema yek mêriyê ya Erdogan têkoşînê dikin û wiha pê de çû: Di serî de gelê me û gelên li Tirkiyeyê dijî ji sîstema yek kesî ku Erdogan dixwaze bixwe dengdanê wê bêjin ‘NA’. Niha rêjeya dengê ‘NA’ ji yê ‘ERÊ’ zêdetire. Ji bo vê Erdogan hem dixwaze li Tirkiye û Ewropyê kirîz û kaosan derbixîne. Bi awayekî vekiriye ku Ewropa û cîhan Erdogan û AKP’ê naxwaze. Ji bo vê divê her kes biçe ser sindoqan û waneyek bide vê diktatoriyê û zilmê. Silav ji Newroza ku wê piştî 3 roj din li Amed û Wanê bê kirin re dişînim. Wê gelê me di vê Newrozê de bide nîşandan ku li ser piyan e.”

JI HEVSEROKÊ KNK’Ê REŞÎD JÎ BANGA BERXWENDANÊ

Hevserokê KNK’ê Rêbwar Reşîd jî Cejna Newrozê li Gelê Kurd pîroz kir û wiha got: “Cejna Newrozê li gerîla, şervanên YPG/YPJ, Pêşmergeyên ku li dijî DAIŞ’ê şer dikin û gelê me pîroz dikim” Reşîd banga wekhevî û bihevre têkoşînê kir. Hevserokê KNK’ê Reşîd ê bal kişand ser rewşa niha ku Kurd li nav in û ev nirxandin kir: “Di ti demê dîrokê de bi qasî niha rewşa Kurdan baş nebûye. Ev êrîş û dorpêça dijmin dide nîşandan ku ketiye çi rewşa tengav de. Jibo vê bi boneya Cejna Newrozê Kurd dibê bibin yek û li dijî dijminên xwe têkoşînê xurt bikin. Ji xwe jî Newroz vê ji me dixwaze. Divê ciwanên Kurd dev ji hesabên biçûk berde, di nava xwe de gotûbêjên demokratîkbûnê pêş bixin. Îro hêz û derfetên me hene.

Li aliyê din li derveyî axaftinên hatin kirin hunermend Mehmet Akbaş, Cevdet Mervanî, Koroya Zarokan a TEV-ÇAND’ê, Nûarîn, Koma Newa Kurd, Tahsîn Xidir jî derketin ser dikê û bi sitranên xwe coşa gel zêdekirin.