KCD: Ji bo jiyana azad ber bi qadên Newrozê ve!

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) xwest ku ji bo jiyana azad qadên Newrozê tijî bibin û peyama “Em ê teqez bi ser bikevin” da.

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) îro bi daxuyaniyeke nivîskî Newroz pîroz kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku, “Em wekî gelên Rojhilata Navîn û Mezopotamyayê, li benda Newrozê ne ya ku sekna li hemberî zilm, qirkirin û înkarê ye; navê îradeya berxwedan û jiyana azad e” û ev tiştên hanê hatin diyarkirin:

“Serokê Gelê Kurd Rêzdar Abdullah Ocalan, di analîzên xwe yên derbarê polîtîkayên hêzên hegemonîk û statukoparêz ên cîhanê yên li li ser Rojhilata Navîn û Kurdistanê, hevgirtina herêmtî û gerdûnîbûnê bi pêşdîtina Neteweya Demokratîk, ‘Yekîtiya Neteweyên Demokratîk a Rojhilata Navîn’ sentez kiriye; li hemberî polîtîkayên qirkirinê yên faşîst ên wekî neteweyek, dewletek, olek, alek, welatek pêşiya qirkirina gel, çand û baweriyan girtiye.

Di îradeya jiyana azad de ya ku bûye Newroz, gelê Kurd di her şert û mercan de israr dike û îro di warê yekîtî û hevgirtina xwe de li hemberî êrîşên hovane rû bir û maye. Bi giştî avadaniyên statuparêz û dewletparêz, bi taybetî jî dewleta Tirk a bi tifaqa AKP-MHP’ê pêk hatiye, polîtîkayên xwe yên li ser dijberiya Kurdan, bi tifaqên qirêj li Rojava, Bakur û Başûr didomîne. Divê em gotina helbestkar û nivîskarê kurd Cegerxwîn a ku dibêje, ‘Heke em nebin yek, em herin yek bi yek’ bi bîr bînin û diyar e ku bi rêxistinbûna xwe ya di forma kongreyê de ya ku di hişê civakî û dîrokî yê Kurdan de ye, em ê parastina xwe xurttir bikin.

Em bang li hemû gelê xwe, gelên Kurdistanê dikin ku Newrozê li meydanan bin. Li dijî zilma zordar gelên me çawa ku wateyên neteweyî, civakî, çandî li Newrozan bar kirine, berxwedanên mezin kirine û serfirazî bi dest ve anîbin, îro jî di pêvajoya dîrokî de ku çarenûsê diyar dike, em bang dikin ku qadên Newrozê weke kongreya gelan bibînin û vîna jiyana azad biqêrin.

Gelê Kurd careke dî wê vîna xwe ya jiyana azad û demokratîk, li meydanan bi coş û berxwedana Newrozê nîşan bide. Li ser vê zemînê em Newroza gelên Rojhilata Navîn û Kurdistanê pîroz dikin. Bi biryardariya ku Newrozê ya ku hebûna rêxistinbûyî ya yekîtî, pevrebûn û biratiyê ye,  wê veguhere yekîtiya Konfederaliya Demokratîk em ê teqez bi ser bikevin.’’